Antîbiyotîka xwezayî ya ji bo sermagirtin û zekemê: Şiveydiz

img

DÎLOK -  Li Dîlokê xwarina zivistanê Şiveydiz, ji ber zebzebên di nav de wekî antîbiyotîkeke xwezayî ye. 

Li Dîlokê bi hatina zivistanê re êdî xwarina Şiveydizê ji ser sifreyan kêm nabe. Hem bi ekla xwe hem jî ji ber zebzebên di nav de Şiveydiz wekî antîbiyotîkeke xwezayî ye û ji bo enfeksiyonên zekemî û sermayê ji dêvla dermanan tê xwarin. 
 
'DERMANÊ SERMAGIRTINÊ' 
 
Aşpêj Sevgî Şahîn, diyar kir ku Şiveydiz herî zêde di zivistanê de tê xwarin û dermanê xwezayî yê sermagirtin û nexweşînên wekî zekemê ye. Şahîn, destnîşan kir ku hem bi ekle hem jî şîfa ye û got: "Şiveydiz bi deverên spî yên sîr û pîvazên teze, bi goştê berxan, nok, mastê eyar û hêkan çêdibe. Ji ber pîvaz û sîr di nav de ye antîbiyotîk e. Wekî Şiveydizê gelek xwarinên li metbaxa Dîlokê ji bo nexweşînan baş in. Wexta em biçûk bûn û me serma digirt an jî em nexweş diketin diya min ji me re çêdikir. Wexta me Şiveydiz dixwar em baş dibûn. Niha jî wexta zarokên min nexweş dikevin ez ji wan re Şiveydizê çêdikim." 
 
'HEM BI EKLE HEM JÎ BI ŞÎFA YE' 
 
Şahîn bal kişand ser çêkirina Şiveydizê jî: "Pêşî nok tên kelandin. Paşê goşt tê pijandin. Paşê sîr û pîvaz tên qeşartin. Paşê tên hûrkirin. Paşê goştê pijiyayî tev li nav nokan tê kirin. Paşê sîr û pîva tev li wan tê kirin. Mastê hêk tev li nav hatiye kirin tev li xwarinê tê kirin. Herî dawî sosa ku bi rûn û nahnehê hatiye çêkirin tev li nav tê kirin." 
 
Şahîn, diyar kir ku divê mast û hêk baş bên lihevxistin û paşê tev li xwarinê bên kirin.