Xwîner ji bo pirtûka kurdî ya 'Seher' herikîn gotûbêjê

img
 
 
 
AMED – Li Amedê ji bo pirtûka “Seher” a namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş gotûbêj û çalakiya îmzekirin hat lidarxistin. Bi sedan xwîner herikîn şahiyê û pirtûka Demîrtaş bi nivîskar û wêjevanan dan îmzekirin. 
 
Bi pêşengiya Pirtûkxaneya Morpheus û Bezgîn Bekîr Cafe, ji bo pirtûka “Seher” a namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş gotûbêj û destnîşana pirtûkê li avahiya Bezgîn Bekîr Cafe ya li Kolana 75’an hat lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder wek gotûbêj û nivîskar Rênas Jiyan, Rêdûr Dîjle, Sîdar Jîr, Hîcrî Îzgoren, Yuksel Genç û Ozgur Amed jî wek îmzevan tev lö bûn. Gelek welatî jî beşdar bûn û eleqeyek mezin nîşanî sitendina pirtûkê dan. Balkêş e ku welatiyan herî zêde pirtûka kurdî ya Seher sitendin. Li cihê gotûbêj û îmzeyan stranên hilbijartinê û stranên Demîrtaş digot hatin guhdarkirin. 
 
‘JI BO ZIMANÊ DAYIKÊ HEWL DIDIM’ 
 
Sirri Sureya Onder bi peyama Demîrtaş ku ji Girtîgeha Edîrneyê ji bo gotûbêj û roja îmzekirinê şand xwend. Peyama Demîrtaş wiha ye: “Ez silavê xwe ji hemû hevalên keda wan derbas bûye, hemû nivîskar û wêjevanên beşdarî çalakiyê bûne dişînim. Xwezî min dikaribûya pirtûkê bi zimanê dayika xwe binivîsanda. Ez ê ji bo vê yekê hîn bêtir bikevim nav hewldanan. Ji bo wergera xweşik a hêja Rêdûr Dîjle û Weşanxeya xwe Aramê zor spas. Pirtûkxaneya Morpheus û Çanda Bezgîn Bekîr bi dil û can silav dikim. Dê pereye ji van pirtûkan were, ji zarokan re biçe û ji wan zarokan re jî spas. Wê rojên ku em ê bi hev re îmze bikin bên. Bi hêviya hevdîtinê we silav dikim.” 
 
EM BI HÊVÎDAR IN DÊ DI DEMEK NÊZ DE DI NAV ME DE BE’ 
 
Onder piştî xwendina nameye axaftinek kurt kir û wiha got: “Me bi birêz Demîrtaş re tenê têkoşîn û berxwedan parve nekir, di heman demê de me jiyanê jî bi hev re parve kir. Em hêvîdar in dê di demek nêz de bi heman coş û biryardariyê hêja Selahattîn Demîrtaş di nav me de be. Piştevanî çeka herî bi bandor a li dijî faşîzmê ye.” 
 
Piştî axaftinê bi sedan xwîner bi nivîskaran pirtûk dan îzmekirin.