Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin

img
AMED - Şanogerê kurd Ghotbedîn Sadeghî ku di gotûbeja di çarçoveya mîhrîcana şanoyê de axivî, diyar kir ku ji ber Kurdistan her tim di bin êrîşan de bû, xwestin bi rêya govendên rîtuel û ayînî mîtolojiyê zindî bigirin û wiha got: “Zindîgirtina mîtolojiyê dibe sedema hevgirtin, xwişk û biratî û ewlehiyê.”
 
9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja heftemîn de didome. Di çarçoveya mîhrîcana ku bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê tê lidarxistin de gotûbêja şanogerê navdar ê kurd Ghotbedîn Sadeghî ya bi navê “Kokên Mîtolojîk, Aliyên Sembolîk û Civakî yên Govendên Kurdan Ji Hêla Form û Naverokê ve” li ÇandAmedê hat kirin. Gotûbêja ku bi wêne û dîmenan hat dewlemendkirin, rastiyê eleqeyeke mezin hat û gelek şanoger, lîstikvan, muzîkjen û kes tev li gotûbêjê bûn. 
 
‘GOVENDA KURDAN MÎSTÎK Û SEMBOL E’
 
Sadeghî, têkildarî mîtolojiya govendên kurdan got ku koka govenda kurdî ayînî û êzidîtî ye û govenda kurdan ne tenê ji bo mêzekirinê, ji bo ber bi jorveçûyînê ankû çûyîna ber bi ezman ve ye. Sadeghî, anî ziman ku di naverokên govenda kurdan de serdem her tim di zivire û wiha berdewam kir: “Govenda kurdî di çanda rojhilata cîhanê de mîstîk û sembol e. Gelek tevgerên ku ji ber jorveçûyînê têde hene û dixwaze hertim têkiliyên xwe bi êzda (xwedê), metafîzîk û xwezayê re çêbike. 3 fonksîyonên govendê hene. Yek têkiliya bi metafîzîkê re ye. Ya duyemîn pir girîng e û ew jî yekgirtin û hevgirtina eşîr û gelan e. Fonksiyona sêyemîn jî kêfxweşî, şahî û geşbînî ye û mirov bi vî awayî ew enerjiya zêde ya di laşê xwe de vala dike.”
 
‘DIXWAZIN BI RÊYA GOVENDÊ MÎTOLOJIYÊ ZINDÎ BIGIRIN’
 
Sadeghî, bal kişand ser taybetmendiyên govenda kurdan û diyar kir ku ne takekesî lê belê bi komî tê lîstin û da zanîn ku armanç jî ew e ku hevgirtinekî, têkiliyekî di nava şexs û civakê de bi awayekî rîtuelî, ayînî çêbike. Sadeghî, da zanîn ku ji ber Kurdistan her tim di bin êrîşan de bû, xwestin bi rêya govendên rîtuel û ayînî mîtolojiyê zindî bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zindîgirtina mîtolojiyê dibe sedema hevgirtin, xwişk û biratî û ewlehiyê. Lewma govendên kurdan komînal in, birûmet in û ne li ser zayendê ne. Taybetmendiyeke din jî desmala ku sergovend an jî bingovend dihejîne ye. Desmal, sembola herî girîng ya govenda kurdî ye û ew bayê li desmalê digire jî sembola azadî û xelasbûnê ye. Desmal ne tenê liv û tevger e, desmal têkiliya di navbera erd û esman e.”
 
‘GILOVERBÛYÎNA GOVENDA KURDAN JI MÎTRAÎZMÊ TÊ’
 
Sadeghî, destnîşan kir ku giloverbûyîna govenda kurdan ji mîtraîzmê tê û diyar kir ku govendên kurdan bazinî ne ankû dişibin bazinê. Sadeghî, bi lêv kir ku bazin sembola herî mezin a mîtraîzmê ye, lewma mirov dikare bibêje ku govendên kurdan ji wir tê. Sadeghî, anî ziman ku erdnîgarî dibe sedem ku govendên cûr bi cûr derbikevin holê û wiha bi dawî kir: “Di govendên kurdî de têkiliya mirov û metafîzîk û xwezayê çêdibe û her wiha têkiliya mirov bi civakê re çêdibe. Ev jî dibe sedema ewlehiyeke rûhî û derûnî. Bi hezaran sal in kurdan ev fîgurên govenda xwe parastine û ev yek jî ji bo min xala herî girîng e.”
 
Di dawiya gotûbêjê de şanoger Yavûz Akkûzû ji bo ked û tevlîbûna wî plaket da Sadeghî.