Strana ‘Jin, jiyan, azadî’ hat parvekirin

img
STENBOL - Strana “Jin, jiyan, azadî” ku hunermend Hediye Kalkan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê nivîsandiye û striyaye li ser platformên dijîtal hate parvekirin. 
 
Hunermend Hediye Kalkan ku xebatên xwe di bin sîwana Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de didomîne, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê strana “Jin, jiyan, azadî” nivîsand û striya. 
 
Strana ku bi etîketa KOM Muzîkê derket, bi klîba jê re hatiye amadekirin re li ser hemû platformên dijîtal hate parvekirin. 
 
HEDIYE KALKAN KÎ YE?
 
Hediye Kalkan di sala 1989’an de li gundê Karinca yê navçeya Wêranşar a Rihayê ji dayik bû û li navenda navçeyê dijî. Ji temenekî biçûk ve eleqeyeke wê ya zêde ji bo çand û hunera kurdî hebû û rêgeha xwe ya muzîkal li ser dengbêjiyê ava kir. Di stranên dibêje de bi xwe jî li enstrumanan dixe û niha xebatên xwe di bin sîwana NÇM’ê de didomîne.