'Stranên Keziya Sor' li 4 navendan hate pêşandan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Fîlmê muzîkal a  “Stranên Keziya Sor” ku têkoşîna jinan a li seranserî cîhanê vedibêje, hate weşandin. Kêşanên fîlmê 7 mehan dom kir û ji ewil li Qamişlo, Kobanê, Reqa û Tebqayê hate pêşandan. 
 
Fîlmê muzîkal "Stranên Keziya Sor" ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn ve bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Saziya Çandê ya Pargîn û Hunergeha Welat ve hatiye çêkirin. Fîlm balê dikişîne ser dîroka têkoşîna jinan a cîhanê. Amadekariyên fîlmê 7 mehan dewam kirin.
 
Navê fîlmê ji kesayet û têkoşîna yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Sakîna Cansiz hatiye hilbijartin. Dema fîlmê muzîkal 20 deqe ye û ji tevahî pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 200 jin di fîlm de cih digirin. Fîlm li Reqa û herêma Cizîrê hatiye kişandin.
 
“Stranên Keziya Sor” duh cara ewil li Kobanê, Reqa, Qamişlo û Tebqayê hate pêşandan. Fîlm bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat pêşandan. Eleqeyeke gel a zêde ji bo fîlmê hebû. 
 
FÎLM DIYARÎ ABDULLAH OCALAN KIR 
 
Li Qamişloyê fîlm li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate pêşandan. Li gorî nûçeya ANHA’yê; beriya pêşandana fîlimê rêveberiya Hîlala Zêrîn a kantona Cizîrê Rûken Mihemed bi xêrhatina mêvanan kir û piştre li ser çêkirina fîlmê axivî. Koordînasyona Hîlala Zêrîn a Bakur Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Çolaq jî têkildarî fîlmê wiha got: “Heya niha em deyndarê Rêber Abdullah in û em vê fîlmê diyarî wî dikin.” Di dawiyê de temaşevanan dirûşma “ Jin, jiyan, azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
 
FÎLM ŞOREŞA JINAN VEDIBÊJE
 
Fîlm, li Kobanê jî li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate pêşandan.  Beriya pêşandana fîlmê, endama Şano ya Kantona Firatê Dîlara Şêx Demir axivî û wiha got: “Fîlm, şoreşa jinan vedibêje ji destpêkê ve û heta roja îro. Çawa jinan xwe bi pêş xist û di tevahî qadên jiyanê de leşkerî, siyasî, civakî de cih girt û bû şervan û fermandar. Em fîlmê diyarî şehîdan û jinan li cîhanê dikin.”
 
‘JINAN DESTANÊN LEHENGIYÊ NIVÎSANDIN’
 
Li Reqayê jî fîlm li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hate pêşandan. Beriya pêşandana fîlmê bi navê Tevgera Hîlala Zêrîn Endama Rêveber Gulbihar Seydo axivî û bixêrhatina beşdaran kir û ev tişt anî ziman: “8’ê Adarê û Newroz li ber derî ne. Ev roj, roja fedakariyên jinan e. Jin destanên lehengiyê nivîsandin."
 
‘BIJÎ EV KOMBÛN Û TÊKOŞÎNE’
 
Fîlmê “Stranên Keziyên Sor” li Tebqayê jî li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hate pêşandan. Di çalakiyê de hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê Nûr El Qitran axivî û wiha got: “Xweşikbûna biharê û rengên rengîn, di adara berxwedanê, kombûna jinan û têkoşînê de tê. Bijî ev kombûn, bijî ev têkoşîna ku yek ji destkeftiyên herî mezin ê jinan e, qeydan ji holê radike û bi serkeftinê tacîdar dibe.”