Şoreşgerekî dilovan: Reşo

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka bi navê “Şoreşgerekî dilovan - Reşo (Reşo: Yüreği Şefkat Dolu Bir Devrimci)” ku Gulistan Al a girtî ji bo birayê xwe Şiyar Al ê li Cizîrê jiyana xwe ji dest da nivîsî ye derket. 
 
Gulistan Al a ji sala 2016’an ve girtî ye û niha li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin ji bo birayê xwe Şiyar Al (Reşo) ê di sibata 2016’an de di dema qedexeyên derketina derve de ligel çend hevalên xwe li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, pirtûka bi navê “Reşo: Yüreği Şefkat Dolu Bir Devrimci (Şoreşgerekî dilovan-Reşo)” amade kir. Di pirtûka ku ji Weşanên Aryen derçû de ji bilî Gulistan, dayik û bavên Şiyar (Reşo) Emîne û Cuma, birayê wî Ciwan, xwişkên wî Sûltan, Semra û Remziye, hevalên wî Jiyan Ay, Zerdeşt, Hulya Anci, Zehra Kaya, Dilşad Şengul bi nivîs û helbestên bi kurdî û tirkî qala wî dikin. 
 
M. Şiyar Al (Çiya Amed) ku malbat jê re dibêje “Reşo” di sala 1994’an de li gundê Terbil ê navçeya Çêrmûg a Amedê hatiye dinê. Dema 5 salî li gund dest bi dibistanê dike. Di 7 saliya xwe de bi malbata xwe re koçî Antalyayê dike. Li navçeya Kepez a Antalyayê dibistana xwe didomîne. Di temenê biçûk de dest bi kulîlkvaniyê dike. Dema lîse dixwîne li otelan dest bi stajê dike û piştre li otelan dixebite. Piştî lîse diqedîne li Ispartayê zanîngehê qezenc dike û diçe wir. Piştî demekî kurt Komeleya Xwendekarên Azad nas dike. Piştî ku polîtîkayên zextê yên li ser xwendekarên kurd zêde dibin bi hevalên xwe re zêdetir tevlî xebatên komeleyê dibin. Dema zanîngeh dixwîne di sibata 2014’an tevlî têkoşîna ku jê bawer e û dixwaze di nav de be dibe. Di vê çarçoveyê de li bajarên weke Îzmîr, Stenbol, Mêrsîn, Edene û Bedlisê xebatên ciwanan dimeşîne. Dû re di sala 2015’an de ji Amedê derbasî navçeya Cizîrê ya Şirnexê dibe. Di sibata 2016’an de di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de tevî hevalên xwe di jêrzemînekê de jiyana xwe ji dest dide. 
 
‘EZ MEVANÊ DILÊ TE ME’ 
 
Pirtûka ku bi nivîsa “Heke em li vir serbikevin ji xwe em ê derbasî dîrokê bibin. Lê heke bibe ku em winda bikin jî di dilê hevalên ku derbasî dîrokê dibin de cihê me hebe bes e” dest pê dike, bi helbesta Gulistanê ya bi navê “Ez mêvanê dilê te me” didome. 
 
‘YA KU DÊ HER TIM BÊRIYA TE BIKE’ 
 
Di pirtûkê de dayika Reşo, Emîne Al berîkirina lawê xwe bi van gotinan vedibêje: “Ez pir bêriya te dikim kurê min. Her wext jî dê ev berîkirin dewam bike. Ez dizanim, ev berîkirin her wext ê min hîn bêhtir bi qewet bike; bi meşa xwe ve te ev hest bi me re çêkir. Ez ê bi te re bijîm û her tim te mezin bikim. Bi berîkirineke qet xilas nabe… Ez ê layiqî rûmeta ku te bi min da jiyîn bim. Ya ku pir bêriya te dike û dê her tim beriya te bike.”
 
‘NIZANIM BODRÛMA ÇENDAN BÛ’ 
 
Dû re hevala Reşo Jiyan Ay di nivîsa bi serenavê “Kenê Esmerî” de wiha qala Al dike: “Nizanim bodrûma çendan bû, tu tê de… Tu li kîjan sikakê dimeşî, tu ji kîjan gulan re bûyî strî heval? Ew çembera çendan bû te şikand? Çend ewr li ezman, çend stêrk şemitîn berî berbangê?...”
 
‘EM BI TE RE HILMÊ DISTÎNIN’ 
 
Bavê Reşo Cûma Al jî ji bo kurê xwe van hevokan dirêse: “Tu her roj bi me re dijî, em bi te re hilmê distînin û her wext jî em ê bi te re bistînin. Her hevoka min ji te re nivîsî min hîn bêhtir rûmetdar dike. Ji bo ev rûmet û şerefa tu bi me dide jiyîn, ez ji te re spas dikim kurêm min. Bi hezkirin û berîkirineke bêdawî…”
 
Bi her nivîsekê xwîner hinekî din û hêleke din a Reşo hîn dibe. Xwişka wî, Sûltan jî wiha behsa birê xwe dike ji xwîneran re: “Ew her tim bi me re ye, em jî dê her tim bi wî re bin. Mirovê dilê wî xweşik, em ji te pir hez dikin û beriya te dikin…” Xwişka Al, Remziye ya ku ji kekê xwe re digot “Keko” jî van gotinan dibêje: “Cihê keko li cem me cuda bû. Hebûna wî wateyeke cuda li me hemûyan zêde kir. Nebûna wî tişteke cuda hînî me kir. Her tim di dil de li cihekî taybet bû. Û dê her tim jî bi taybet bimîne…” Birayê Al, Ciwan jî wiha qala wî dike: “Ew kesekî wiha bû ku dizanîbû çawa xetekê di navbera rastî û xeletiyê de xêz bike. Têkoşîna wî dayî hînkirina herî xweşik û mezin a ji me re hiştiye ye. Ez ê her tim beriya te bikim mirovê xweşik.”
 
‘WAN BI XWELIYÊN XWE LI BER XWE DAN’ 
 
Xwişka wî Semra xweziyên xwe ji wan rojên bi birayê xwe re derbaskirî tîne û dibêje: “Xwezî me zêdetir tişt bi hev re derbas kiribûna. Gelek sohbet kiribûya û hev hemêzkiribûya. Xwezî min bi hestên herî kûr ên berîkirinê Şiyar hemêzkiribûya.”
 
Hevalê wî Zerdeşt ê bi Reşo re di nava xebatên ciwanan de cih digirt jî qala bîranînên xwe û wî dike û bi gotinên “Wan bi xweliyên xwe li ber xwe dan. Serkeftin niha ji wan xweliyan bilind dibe” qala berxwedana wan dike. 
 
Di berdewama pirtûkê de hevala wî Hulya Anci, qala bîranîneke xwe ya berxwedana wî ya ji bo Baxçeyên Hewselê ya Amedê dike, Zehra Kaya bi helbesta bi navê “Reşo” qala wî û qehremantiya wan dike û Dilşad Şengul jî bi helbesta bi navê “Kulîlkên berxwedanê yên dîrokê” qala Cizîr a ku Şiyar û hevalên xwe lê jiyana xwe ji dest da û cangoriyên ji bo azadiya gelê kurd jiyana xwe ji dest dan dike. Pirtûk bi helbesta Gulistanê ya bi navê “Rêheval” bi dawî dibe.
 
GULISTAN AL KÎ YE
 
Gulistan Al di sala 1992'yan de li gundê Terbil ê girêdayî navçeya Çermîk a Amedê hatiye dinê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn û lîseyê li navçeya Kepez a Antalyayê ku bi malbata xwe re koçî wir kirine dixwîne. Dû re li Zanîngeha Înonu ya Meletiyê Beşa Bazarkariyê dixwîne. Dema xwendekar bû tê girtin û 4 mehan li Girtîgeha Meletiyê tê ragirtin. Pişt re di sala 2016'an de dîsa li Edeneyê tê girtin. Al a ku di sala 2017'an de bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebeda giran ê girtîgehê lê hate birîn niha li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin.