MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir

img
AMED - Hevserokê MED- DER’ê Rifat Ronî diyar kir ku eleqeyeke zêde ji bo qursên kurdî heye û got ku lewma wan dema qeydan dirêj kiriye. 
 
Di sala 2016’an de bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) re gelek saziyên ziman, çand û hunerê yên wekî KURDÎ-DER, Enstîtutiya Zimanê Kurdî ya Amedê û Stenbolê, Komeleya Wêjeyê ya Ehmedê Xanî hatin girtin. Her wiha ji ber girtina saziyan polîtîkayên bişavtinê jî bi awayekî cur bi cur hatin pêkanîn. Li dijî hemû astengiyan jî di sala 2017’an de li Amedê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) hat avakirin û li hemberî polîtîkayên bişavtinê dest bi perwerdeya zimanê kurdî kir. Ji roja ku MED-DER hatiye avakirin heya niha gelek atolye û qursên zimên li dar xistine. Qursên komeleyê hî jî didomin. 
 
Hevsorakê MED-DER’ê Rifat Ronî li dijî polîtîkayên bişaftin, asîmîlasyonê û li ser xebatên kûrsen MED-DER'e ji ajansa me MA'yê re axivî.
 
'BIŞAVTIN DIDOME'
 
Ronî, di destpêkê de bal kişand ser polîtîkayên bişavtinê û wiha got: “Ji roja ku komar hatiye avakirin heya îro sed sal derbas bûne. Di vî sedsalî de bi milyonan kurd her tim ji mafê xwe yê ziman bêpar hatine hiştin. Her tim zimanê tirkî li ser kurdan ferz hatiye ferzkirin." Ronî bilêv kir ku li vî welatî ji bo perwerdehiya zimanê tirkî milyonek û 500 hezar mamoste hatine peywirdarkirin û wiha domand: "Lê mixabin bi milyonan zorakên kurd hene. Lê ji bo heyama perwerdehiyê ya sala 2022-2023’yan tenê 2 mamoste hatine peywirdarkirin. Di dîroka komara dewleta tirk de, heya niha ji bo bi milyonan kurdan tenê 79 mamoste hatine wezîfedarkirin. Di şert û mercên demokratik û wekheviyê de ger bi matematîkî nêzik bibin, divê 500 hezar mamostê bên peywirdarkirin."
 
Bi domdarî Ronî destnîşan kir ku gelê kurd her tim daxwaza perwerdeya bi zimanê xwe kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev daxwaz ji aliyê dewletê ve nehatiye cih. Rayadarên dewletê tirk her tim xala 42’yemîn a qanûnê dikin hincet. Îbara vê xalê jî ev e; li welatê Tirkiyeyê ji xeynî zimanê tirkî bi tu zimanê din perwerde nayê dayîn. Daxwaza gelê kurd jî, ev xal an jî qanûn bê gehertin yan jî bi tevahî ji qanûnê bê derxistin. Jixwe di peymana mafê zarokan a navneteweyî de mafê perwerdehiyê heye. Di vê peyamanê de xala 17, 29 û 30’an ji bo parastina çand, ziman û dîrokê berpirsyariya dewletan bibîra wan dixe. Ev peyman di 1988'an de di nava dewletan de ketiye meriyetê û ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve jî di sala 1995'an de hatiye qebûlkirin. Ji bo qedexekirina çand û ziman dewleta tirk ser wan xalan çekînce daniye. Ev nayê qebûlkirin.” 
 
‘MED-DER WEKÎ BERDEWAMIYA KURDİ-DER’E YE’
 
Di axaftina xwe de Ronî bibîr xist ku di dema Rewşa Awarte de ku ji aliye desthilatdariya Tirkiyeyê ve hatiye îlankirin gelek saziyên ziman hatine girtin û têkildarê mijarê ev tişt gotin: “Wekî raya gîştî û em hemû ji dizanin ku KURDÎ-DER, Enstîtutiya Amedê û Stenbolê û Komelaya Wejayê ya Ehmedê Xanî ji ber ku kar û xebatê ziman dimeşandin bûn hedefa dewletê û piştre jî hatin girtin. Ji ber ku daxwaz û pêdiviyên civaka kurd di sala 2017’an de MED - DER hat avakirin. Armanca MED-DER’ê jî, pêşî li ber polîtîkayên dewletê ên bişavtinê bigire.”
 
ELEQEYA JI BO QURSAN
 
Ronî di berdewama axaftina xwe de der barê kar û xebatên MED-DER'ê de jî ev tişt anîn zimên: “Ji roja hatiye avakirin heya niha hindik be jî bi rêya atolye û qursan ve kar û xebatê hînkirina zimanê kurdî didome. Heta niha ji 7 saliyan heta 70 saliyan gelek şagirt ji bo zimanê kurdî hîn bibe bi hezaran kes serî li komaleyê dane. Di sala 2022’yan de du serdem çêbûn. A yekemin  ji bo kurdî hîn bibe. Bi sedan kes serî li komeleyê dan. Perwerdeyên me online û rû bi  rû pêk hatin. Di encama qursan de 400 kesî belgeyên xwe yên serkeftinê wergirtin. Ji bo qursên meha Îlonê serlêdan di meha Tîrmehê de dan destpêkirin. Lê ji ber ku eleqeyek zêde heye me dema serlêdanê dirêj kir." 
 
HER MALEK DIBISTANEK
 
Ronî diyar kir ku heke di navbera tirk, laz, çerkez, ereb û kurdan de tu ferq tune be nexwe ew derfetên ji bo tirkî divê ji bo kurdî bin jî. Ronî di dawiyê de ji bo xwedîderketina li kurdî bang kir û wiha got: “Heke em wekî hev bin, nexwe divê em di warê çand, ziman, dîrok û nasnameyê de jî wek hev bin. Eger ev pêk neyên gelê kurd yê tekoşîna xwe berdewam bike. Ji ber vê pêwîst e ji 7 saliyan heta 70 saliyan tu kes binpêkirina vî mafî qebûl neke. Kurd divê sîyaseta xwe bi kurdî bikin.  Bi salane kurd doza vî mafê bingehîn din û divê em tê de israr bikin. Gelê kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê, zext û zordariyê divê zizmanê xwe yê dayikê û çanda xwe biparêze û divê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin û wan hînî kurdî bikin. Her dayik û bav divê bibin mamsosteyên zarokên xwe û her malek bibe dibistanek.”
 
MA / Mehmet Guleş