Hunermendên Botanê: Em qedexeyan esas nagirin

img
ŞIRNEX - Hunermend û dengbêjên Botanê bertek nîşanî qedexekirina konser û astengiyên li ser hunera kurdî dan û gotin: "Huner, nasnameya civakê ye. Em qedexeyan esas nagirin û li her derî ne."
 
Desthilata AKP-MHP’ê yên ku roj bi roj qels dibe, ji bo domandina desthilata xwe serî li polîtîkayên qedexeker û qirkirinê dide. Ji polîtîkayên bişaftinê yên tên pêkanîn jî yek jê êrişên li ser çand, huner û zimanê kurdî ye. Di encama van polîtîkayan de heta niha bi dehan konserên hunermendên kurd, şanoyên kurdî û stranên kurdî hatine astengkirin. Hunermendên şirnexî bertek nîşanî van êriş û qedexeyan dan.
 
'QEDEXEKIRINA KONSERAN NAYÊ QEBÛLKIRIN'
 
Hûnermend Ûmût Botan diyar kir ku qedexekirina konserên hunermendên kurd bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha axivî: "Di sedsala 21'ê de, di erdnîgariyeke ev qasî dewlemend de dijin. Lê belê hişmendiya li hemberî çand û hûnera kurdî hê nehatiye guherandin. Di demên dawî de betalkirina konserên hunermendên kurd, qedexeya li ser zimanê kurdî nayê qebûlkirin. Feraset hê ferasetên berê ne. Li gorî gerdûna ku em îro tê de dijîn nayê meşandin. Felsefeyeke avabûna Komara Tirkiyeyê hebû. Ev jî fikra xwe pîranî li ser tunekirin û bişaftina zimanê kurdî dide jiyankirin. Di sedsala 21'ê de em hê qala qedexekirina konseran bikin, ev ji bo her kesî cihê rûreşiyê ye. Hunermendên kurd jî vê qebûl nakin. Em hunermendên xwediyê vê çandê û şopdarên vê çandê dibêjin ku li ku derê dibe bila bibe em ê her tim bistirên. Zimanê me hebûna me ye. Huner tenê di nav mekanan de nayê jiyin. Huner li her derê dikare bê jiyîn. Bi qedexekirinan pêşiya ziman, huner û çanda kurdî wê neyê girtin. Hunera kurdî, dê xwe mezintir bike û hin bêtir wê dengê xwe biqîre." 
 
'HUNER NASNAMEYA CIVAKA NE'
 
Hunermend Dildar Didêrî jî bal kişand ser astengiyên li ser hunera kurdî û wiha got: "Demeke li ser huner û çanda kurdî astengî hene. Bi sedemên cur bi cur diwazin ku pêşiya hunerê bigirin. Huner nasnameya gel û netewekê ye. Tu zirara hunerê jî kesî re tune ye. Dema ku em dibêjin huner xweşikatî, hezkirin tê bîra mirov. Huner di heman demê de nasnameya civakan e. Nasnameya civakan bi huneran tê nasîn. Huner ala diyardar a civakê ye. Qedexekirina hunerê sedemên xwe yên jeopolîtîk hene. Em vê jî rast nabînin. Hunera kurd vîna gelê kurd e. Pêwîst e ku dengê hunerê neyê qutkirin. Divê hunermend jî berpirsyariya xwe ya li hemberî civakê bînin cih. Huner hemû nirxên civakê di xwe de dihewîne. Pêwîst e ku di vê serdemê de hunermendên kurd xwedî li hunera xwe derkevin." 
 
'QEDEXE JI ME RE NE PIRSGIRÊK E'
 
Dengbêj Mihemed Batû jî anî ziman ku ew bi tu awayî qedexeyan esas nagirin û wiha got: "Em van qedexeyên li ser çand û zimanê me rexne dikin. Em jî dixwazin wekî her welatekî û wekî her hunermendan bi çanda xwe, zimanê xwe û hunera xwe azad bijin. Ji vir şûnde jî em ê çanda xwe bidin jiyîn. Qedexe ji me re ne pirsgirêk e. Em ê ziman û çanda xwe her tim bidin jiyîn. Pêwîst e ku hunermendên kurd li dijî van astengiyan û qedexeyan paşş de gav neavêjin û li çand û hunera xwe xwedî derkevin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Dengbêj Muhyettîn Duymak jî bilêv kir ku ew ê di her qadên jiyanê de huner û çanda xwe bidin jiyîn û ev tişt gotin: "Êrişên li ser ziman û hunerê nayên qebûlkirin. Em van qedexeyan û astengiyan şermezar dikin. Heger bixwazin ku neteweyekê têk bibin ewilî êrîşî çand û ziman dikin. Li dijî vê divê em xwedî lê derkevin. Li hemberî qedexeyan divê em li ber xwe bidin. Li hemberî qedexeyan em xwedî lê derkevin. Pêwîst e ku her kes sekna xwe diyar bike û xwedî li çanda xwe derkeve."