Serê salê bi dîmenên rengîn hat pîrozkirin

img
MÊRDÎN - Serê salê ya ku li gorî salnameya Rûmî destpêka sala nû ye û rastî 13’ê Çileyê tê, li Qosera Mêrdînê hat pîrozkirin.
 
Serê salê ya ku gelê kurd û Rojhilata Navîn li gorî salnameya Rûmî destpêka sala nû qebûl dikin û rastî 13’ê Çileyê tê, li Mêrdînê hat pîrozkirin. Xebatkarên Navênda Çanda Mezopotamyayê yên Qoserê, di çarçoveya pîrozbahiyê de li kolanan bûn û derî û bi derî geriyan. “Kalikê Sersalê” û koma li gel xwe bi erbanan li deriyên xelkê dan û sersala wan pîrozkirin. re Xebatkaran ji kesên derî li wan vedikirin re bi gotina “Serê salê binê salê Xwedê zarokekê bide vê malê, serê salê binê salê Xwedê azadî bide vî welatî” sala nû ya welatiyan pîroz kirin. Welatiyan jî, îkram dan kesên ku çûn li deriyên wan xistin. Bi vî awayî dîmenên rengîn derketin holê.