Kevirên Dêra Sûrp Sarkîsê hatin dizîn

img

AMED - Kevirên Dêra Sûrp Sarkîsê ku hema bibêje ji sedî 70'yê wê hatiye texrîbkirin hatin dizîn. Parlementerê HDP'ê Garo Paylan, xwest wezaret ji bo parastina dêrê biryarê bigire. 

 
Dêra Sûrp Sarkîsê ku li Taxa Alîpaşa ya navçeya Sûr a Amedê ye, ji sedî 70'yê wê rûxiyaye. Dêra ku ji aliyê defînegeran hatiye rûxandin, niha hindik maye hilweşe. Ji ber ku li ser dîwarê wê tu lewheyeke hişyarkirinê tuneye, di 6'ê Kanûna 2019'an de ji ber baranê dîwarê wê hilweşiya û zarokek bi giranî birîndar bû. Piştî rûxandinê kevirên wê hatin dizîn. 
 
Parlementerê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan, anî ziman ku hafize û bîranîna bajêr tê tunekirin.
 
Paylan, bibîr xist ku heya destpêka sedsala 20'î jî nîviyê nifûsa Amedê ermenî û suryanî bûne û got: "Gelê ermen û surayn hem li Sûrê diman hem jî heyînên wan ên çandî hebûn. Lê belê piranî jê piştî rûxandinê hatin tunekirin û hîn jî tên tunekirin. Dêra Sûrp Sarkîsê jî yek ji van sembolan e. Mixabin Dêra Sûrp Sarkîsê bêxwedî hat hiştin û niha wekî tê dîtin jî kevirên wê tên dizîn. A rast çîrok û bîreke mezin a der barê hebûna ermenan de tê tunekirin." 
 
DIVÊ BÊ RESTOREKIRIN
 
Paylanî bibîr xist ku di dema Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr de Dêra Sûr Gîragosê hatibû restorekirin û got: "Ji bo restorekirina Dêra Sûrp Sarkîsê jî proje hatin çêkirin. Lê belê paşê bi pêvajoya pevçûnî û siyaseta qeyûm re ev xebat hatin sekinandin. Helbet ji bo parastina Dêra Sûrp Sarkîsê ma bang li Wezareta Çandê kir. Lê belê niha mlkiyeta dêrê aydê Weqfa Dêra Ermenan a Amedê ye. Lê belê qaweta vê weqfê tuneye ku dêrê restore bike. Lewma divê rêveberiya xwecihî tevî weqfê dêrê restore bike." 
 
DIVÊ XWEDÎ LÊ BÊ DERKETIN 
 
Paylan, anî ziman ku ji bo restorekirina dêrê li qada navneteweyî ketine nava hin hewldanan, lê belê ji ber polîtîkaya derveyî ya îqtidarê piştgiriyên gelên ermenî yên cîhanê jî tên astengkirin. Paylan, diyar kir ku Tirkiye xwedî nasnameyeke pirçandî û pirnasnameyî ye û got: "Dêra Sûrp Sarkîsê jî yek ji van sembolan e û divê em bi hev re xwedî li Sûrp Sarkîsê derkevin." 
 
DIVÊ WEZARET BIRYARA PARASTINÊ BIGIRE 
 
Paylan, destnîşan kir ku desteya parastinê tenê saziyeke ku raporan çêdike û got, lê belê divê wezaret ji bo parastian dêrê biryara tevdîrgirtinê bigire. 
 
Paylan, bilêv kir ku li Amedê bîr û bîranîn tên tunekirin û bal kişand ser rûxandina dêrê: "heyînên çandî yên li vê derê bi kemçeyan li qamyonan bar kirin birin. Mixabin ji bo yên mayî jî siyaseta tunekirinê didome." 
 
MA / Cahît Ozbek - Fethî Balaman