Berhema Apê Mûsa bû stran

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermenda Kurd a operayê Pervîn Çakar, berhema Apê Mûsa a bi navê “Qimil” kir stran û bi boneya sedsaliya wî belav kir.
 
Hunermenda Kurd a operayê Pervin Çakar, berhema rewşenbîr Apê Mûsa (Musa Anter) a bi navê “Qimil” kir stran. Berhema bi boneya sedsaliya Apê Mûsa hat çêkirin, di platformên dijital de hat belavkirin. Hunermenda Kurd Tara Jaff jî bi arpa xwe piştgirî da berhema Çakar.