7'ê Hezîranê li dijî 2 xetên cuda bû xeta 3'emîn a siyasetê

img

ENQERE - Hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an li Tirkiyeyê modelek nû pêş xist. Nîşan da ku ji xeynî 2 eniyên siyasetên eniya sêyemîn a siyasetê jî heye. Siyasetmedar Ertugrul Kurkçu, anî ziman ku vê tabloyê eyarên dewletê xera kir û ji ber vê yekê rêbaza “darbeyê” xistin meriyetê. Kurkçu, anî ziman ku êdî hêza gel derket pêş. 

 
Di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de HDP'ê bend derbas kir û ji sedî 13 deng girt. Di hilbijartina 7'ê Hezîranê de HDP'ê ji sedî 13 deng stend û bend derbas kir û HDP'ê 81 wekîl şandin meclîsê. Lê ji ber ku AKP'ê 400 wekîl negirtin û bi serê xwe nebû îktîdar hilbijartin betal kir. Erdogan got “Plana B û C  heye û di 1'ê Mijdarê de dîsa hilbijartin li dar xistin. Di dîroka siyaseta Tirkiye de hilbijartina 7'ê Hezîranê xwedî dîrokek pir girîng e. Di ser Hilbijartina Giştî ya Tirkiye ya 7'ê Hezîranê re 5 sal derbas bûn. Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan wê demê gotibû “400 wekîlan bidin min û bila ev kar biqede." Lê HDP biryar da ku wekî partî têkeve hilbijartinê û di hilbijartinê de yekem car bend derbas kir û bû partiya 3'emîn a Meclîsa Tirkiyeyê. Piştî HDP'ê bend derbas kir û ket meclîsê AKP'ê bi serê xwe hikûmet ava nekir û hilbijartina 7'ê Hezîranê betal kir. Piştî hilbijartina 1'ê Mijdarê OHAL îlan kirin. Herî dawî di 31'ê Adarê de hilbijartina rêveberiyên herêmî pêk hat û AKP'ê di serî de Stenbol, Enqere Antalya, Mêrsîn û gelek bajarên mezin winda kir. Piştî AKP'ê Stenbol winda kir, hilbijartina Stenbolê betal kir û wê di 23'ê Hezîranê de li Stenbolê hilbijartin dîsa pêk bê. Di ser hilbijartina 7'ê Hezîranê ku wekî destpêka darbeya li dijî siyaseta demokratîk tê binav kirin re 5 sal derbas bû. Lê dîsa hêza muxalif têkoşîna xwe ya li dijî feraseta “Yekperestî" berdewam dike. 
 
Dema niqaşên çareseriya pirsgirêka kurd di asta jor de dihat kirin û di 28'ê Sibatê de mutabakata Dolmabahçe hat îmzekirin û piştre Serokomar Erdogan ev mutabekat red kir partî ketin hilbijartina 7'ê Hezîranê. AKP'ê hemû kesên li dijî xwe wekî “îtîfaqa Xaçli" îlan kir. AKP'ê îdîa kir ku CHP, MHP, HDP, FETO û PKK’ê li hemberî wan bûne yek. 
 
DAÎŞÊ ÊRÎŞ LI SER ÊRÎŞÊ ZÊDE KIR 
 
Beriya hilbijartinê di mîtînga mezin a HDP'ê ya di 5'ê Hezîrana 2015'an de li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk anî, DAÎŞ'iyan êrîşa bombeyî pêk anîn. Dîsa DAIŞ'iyan di 20'ê Tîrmehê de li navçeya Pirsûs a Rihayê bombe teqandin û 
33 ciwanên sosyalist kuştin. Di 22'ê Tîrmehê de li Serêkaniyê 22 polîs kuştin û di 24'ê Tîrmehê de jî li dijî PKK’ê operasyonên hewayî li dar xistin. AKP’ê piştî vê pevajoyê bi awayekî fermî polîtîkaya şer xist meriyetê. Di 10'ê Cotmehê de KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê li Enqere mîtînga "Aştî û Demokrasiyê" li dar xistin. lê DAIŞ'iyan li vir êrîş kir û 101 kedkar kuştin. Li Amedê Serokê Yenî İHYA-DER'ê Aytaç Baran rastî êrîşa çekdarî hat û hat kuştin. Piştî bûyerê Rêveberê HDP’ê Emin Ensen, Bayram Ozelçî û Bayram Dagtan hatin înfazkirin. Endamê Heyeta Îmraliyê Îdris Baluken, di 9'ê Hezîranê de diyar kir ku dibe ku bi agahiya AKP'ê mekanîka darbayê têkeve meriyetê. Beriya Hilbijartinê li dijî HDP'ê êrîş li ser êrîşê pêk hatin. Di navbera 10'ê Nîsan û 10'ê Gulana 2015'an de li dijî 56 êrîş pêk hatin. Xwestin HDP’ê perçe bikin. Piştî Erdogan di hilbijartinê de bi ser neket plana B û C xist meriyetê 
 
PIŞTÎ HILBIJARTINA 7'ê HEZÎRANÊ  
 
Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê ku HDP'ê bend derbas kir di sala 2015'an de tundî û şerê li Tirkiye derket asta herî jor. Di 10'ê Hezîrana 2015'an de Erdogan bi Baykal re hevditin kir û MHP’ê jî helwesta xwe ya li cem AKP’ê nîşan da û biryara hilbijartina 1'ê Mijdarê dan. MHP’ê beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê got "Pergala Serokatiyê pergala Îmraliyê ye" û piştî hilbijartinê jî piştgirî da vê pergalê. Lê HDP ê ji 7'ê Hezîranê heta niha hilwesta xwe ya “Aştî, demokrasî û Edaletê" ne guhert û hêj di vê yekê de israr dike. Li aliyê din CHP, MHP û AKP ketin nava hevkariyê û koalisyon ava kirin. 
 
Di 10'ê Hezîrana 2015'an de Serokê CHP'ê Deniz Baykal bi Erdogan re hevdîtin kir. Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo hikûmetê ava bikin di 15'ê Tîrmeha 2015’an de HDP ziyaret kir. HDP'ê jî projeya bi sernavê “Aştî, Edalet û demokratîk" pêşkêşî Davutoglu kir. Serokwezîr Ahmet Davutoglu 3 caran bi serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu re hat cem hev. Di 13'ê tebaxa 2015’an de Kiliçdaroglu, anî ziman ku li şûna hikûmeta nû pêşniyari wan bikin hilbijartina pêşwext pêşniyar kirine. Erdogan di 26'ê Tebaxa 2015’an de aşkere kir ku dê hilbijratina pêşwext li dar bixin.  Erdogan, di 6'ê îlona 2015'an de beşdarî qanalek TV bû û got: "Eger 400 wekîl dabûna min ev yek pêk nedihat. Di 16'ê tebaxa 2015’an de qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Li nava bajaran şerê giran pêş ket. Di sala 2016'an de destnedayîna parlamenteran rakirin. AKP'ê di 12'ê Nîsana 2016’an de rakirina destnedayîna wekîlan xist rojevê. Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, di 13'ê nîsana 2016’an de got li dijî Destûra Bingehin e, le erê. Di 20'ê Gulana 2016’an de destnedayîna wekîlan hat rakirin. Erdogn di 7'ê hezîrana 2016'an de ev zagon erê kir. Di 15'ê Tîrmeha 2016’an de TSK ket nava hewldana darbeya eskerî. Erdogan di 20'ê Tîrmeha 2016’an de OHAL îlan kir. Di 11'ê Îlona 2016’an de dest bi tayînkirina qeyûman kirin. Di nava 2  salan de qeyûm tayînî 96 şaredariyan kirin. Di 4'ê mijdara 2016'an de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Figen Yüksekdag  û Selahattin Demirtaş jî di navde 9 parlamenterên HDP'ê hatin girtin. Di hilbijartina 16'ê Nîsana 2017'an a Referanduma Serokomariyê de ji bo pergala Hikûmeta Serokomariyê ji sedî 51,41 dengê erê derket. Bi sed hezaran dengê bê mohr hatin erêkirin. Piştî Referandumê di hilbijartina Giştîya Tirkiyeyê ya 24'ê Hezîrana 2018'an de Erdogan bû Serokomarê Pergala Nû. 
 
Piştî girankirina tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de di sala 2018'an de çalakiya greva birçibûnê pêş ket û heta 2019an bi hedîtinên bi Ocalan re bi dawî bû. Piştre hilbijartina 31'ê Adarê ya rêveberiya herêmî Stenbolê rojev diyar kir. Di hilbijartina 23'ê Hezîrana 2019'an de AKP'ê dubare Stenbol winda kir. HDP'ê di 20'ê mijdara 2019'an de bang li partiyan kir ku hilbijartina pêşwext li dar bixin. 2 roj beriya 5'emîn salvegera 7'ê Heziranê vê carê parlamenteriya wekilên HDP'ê Leyla Guven û Musa Farisogullari û wekilê CHP'ê Enis Berberoglu betal kirin. 
 
KURKÇU: ME XWE ÎNKAR NEKIR
 
Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, geşedanên piştî 7'ê Hezîranê nirxand û wiha got: "Di hilbijratina 7'ê de dema herî krîtîk ya ji bo HDP'ê biryara ketina hilbijartinê bû. Ger ku em bi navê HDP'ê neketibûna hilbijartinê me dê xwe înkar kiribûya. Lê em bi navê xwe ketin hilbijartinê û me xwe înkar nekir. AKP’iyan beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê xwestin li dijî Rêberê PKK'ê hişekî xerab ava bikin. Îmraliyê tu carî biryar neda ku bila HDP çi bike. Her tim fikrên xwe got û piştî niqaş û muzakereyan got ‘Ya rast hûn dizanin' û biryar ji mere hişt. Îmraliyê piştgirî da ku em wekî partiyê têkevin hilbijartinê. Lê piştî em di 7'ê Hezîranê de bi ser ketin hesabê dewletê hat guhertin. Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê li meclîsê 3 enî pêş ket. Eniya Îslamparêz, Eniya Netewperest û xeta sêyemîn jî Eniya Azadîparêz. Vê meclîsa ku ji 3 eniyan pêk dihat mîmariya dewletê xera kir. HDP’ê tenê hesabê Erdogan xera nekir, di heman demê de hasabê Dewletê jî xera kir. Piştî HDP bi ser ket, helwesta CHP'ê ya li hemberî HDP'ê hat guhertin. Kesê ewil ji bo muzakereyan bang li Erdogan kir ne Devlet Bahçelî bû. Deniz Baykal bû. Devletê ji Erdogan re aşkere got em tu awayê ku HDP di nava hikûmetê de be qebûl nakin. Denîz Baykal li ser vê fikrê bi Kiliçdaroglu re axivî. Piştre helwesta CHP'ê ya li dijî HDP’ê hat guhertin. 
 
MA / Berîvan Altan