Li pişt perda Zînî Wertê soza ‘devletê’ derket

img
SILÊMANIYE - Hewldanên PDK'ê yên li herêma Zînî Wertê rageşî zêde kir. PDK'ê tevî hemû bertek û nerazîbûnan gav paşve neavêtiye û li gelek nokteyan qereqol ava kirin. Hêjmara pêşmergeyan zêde kir. Derket holê ku li pişt plana PDK'ê ya Zînî Wertê soza DYA û Tirkiye ku dewletê bide wan heye. 
 
TSK'ê di 15'ê Nîsanê de li dijî herêma Zînî Vartê êrîşek hewayî pêk anîbû. Di êrîşê de 3 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Dîsa di heman rojê de TSK'ê li dijî Wargeha Mexmûrê jî êrîşa hewayî kir û 3 jinan jiyana xwe ji dest dabûn. Bertekên gelê herêmê, rêxistinên demokratîk, hunermed, siyasetmedar, rojnameger û kesên cuda yên li dijî êrîşa TSK'ê û helwesta PDK'ê didomin. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hejmarek pêşmerge şandin Zînî Wertê, li wê derê baregeh û cihên xwe çêkirin. Rayedarên PDK'ê diyar kir ku ji ber parastina wê navçeya ser sinor, di çarçoveya tedbîrên ewlekariyê ya ji bo tekoşîna li dijî belavbûna vîrûsa koronayê li wê navçeyê hatine bicihkirin. Li sinorê Zînî Wertê hêzên PKK'ê hene ku ev demeke dirêje wê navçeyê diparêzin. Ji ber wê komek ji endamên HPG’ê ji bo zanîna mijarê û nirxandinê çûbûn li gel wan hêzên bi gûman yên ku li wir bi cih bûne. Roşek şûnde balafirên şer ên TSK'ê cihê 3 endamên HPG'ê eşkere kir û êrîşa hewayî pêk anîbû. KCK'ê anî ziman ku PDK’ê hevkariya Tirkiye kiriye û gel îxbar kiriye. Li vir jî Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistan (YNK) bi serokatiya Lahûr Şêx Cengî li ser vê mijarê civînek li dar xist. Di encama civînê de got "Heta niha me xwe girtiye, daxwaz ji serokatiya herêmê dikin ku bi lez biryara vekişîna hêzên Zînî Wertê bide." YNK Mesrûr Barzanî sûcbar kir. YNK'ê ji PKK’ê jî xwest ku ji navçeyê dûr raweste û hêzê neşînin ku Zînî Wertê jî radestî asayîşa navçeyê bike. Tevgera Goran jî bi heman awayî ji bo aramiya rewşê daxwaz ji aliyan kir ku civînekê bikin ji van helwestên ne zelal li ber çavan bêne ronîkirin û ji PKK’ê xwest ku rolê aramîkirinê bigrin û vê mijarê di van demên giran de çareser bikin.
 
Herêma Zînî Wertê di sala 1996'an de bû qada şerê dijwar ê di navbera PDK û YNK'ê de. Herî dawi ket kontrola YNK’ê. Herêm nêzî cihê ku PKK lê bi cih bûye. Ji ber vê yekê cihekî stratejik e. Herêm li ser xeta di navbera Barzan, Girê Xudê, Xakurkê de cih digire. Dîsa di navbera Welatê Îran, Tirkiye û Iraqê de cih digire. Qada Zînî Wertê û Asos dîsa herêma Îran û Iraqê bi hev girê dide. Disa bi çiyayê Karoxê herêma Qendil û Behdinanê ku PKK lê bi cih bûye bi hev girê dide. Bi salan e Tirkiye dixwaze li vê herêmê bi cih bibe. Lê ji ber ku Tiriye nikare lê bi cih bibe PDK'ê xwest hêza xwe lê bi cih bike. Pişti ku PDK'ê pêşmerge li Zînî Wertê bi cih kirin gelê herêmê ket nava fikaran.  Welatiyên herêmê diyar kirin ku bi alikarî û derfetên PDK'ê hêzên TSK hem li çoltarê û hem jî li nava bajêr barageh ava kirine. TSKê berê jî li herêmên Bamernê, Şeladizê, Batufa, Kanîmasî, Kiribî, Sinekê, Sirî, Kubkê, Kumrî, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo û Amediye 23 baragehên eskerî ava kiribûn. Dîsa li herêma Başika, Soran, Kala Çolan û Kampa Zûmarê û Balafirgeha Herêma Harir lê zêde kir. 
 
Li gel hemû bertek û nerazibûnên civak û pêşengên civakê, PDK sewqîyata pêşmergeyan a herêma Zînî Wertê berdewam dike. 
 
Her çend PDK diyar bike ku ji bo tedbîrên vîrûsê ye jî pratîk vê yekê nîşan nade. Di vê pêvajoyê de 7 kesên ku ji îranê derbasî herêmê bûn, endamên HPG'ê ew bi gumana bi şewa vîrûsê ne, girtinû radestî asayîşa PDK'ê ya nehîyeyên Gocar û Qesrê kirin. Dîsa 22 kesên bi şika şewba vîrûsê, radestî asayîşa YNK'êya nehiyaya Qelediz û Sengeserê kirin. Waliyê Silêmaniyê jî ji ber vê yekê li pêş çapemeniyê kêfxweşiya xwe ji bo vê hewldana HPG’ê anîbû ziman û spas kiribû. 
 
PLANA VALAKIRINA HERÊMÊ YE
 
Tê dîtin ku DYA, Tirkiye û PDK, bi bicihkirina pêşmergeyan a qontarên çiyayê Qandîlê, dixwazin “konsepta tasfiyeyê" têxe meriyetê û herêmê vala bike. Ji ber vê yekê hemû aliyên kurdan bang li PKK, PDK û YNK’ê dikin ku ji şer dûr bikevin û banga "Yekîtiyê" dikin. Nûner û pêşengên rêxistinên civakî diyar dikin ku ji ber Kurd di Yekemîn Şerê Cîhanê de nebûn yek têk çûn û ji partiyên kurdan dixwazin ku niha bibin yek. 
 
DI ŞIBE 1996'AN
 
Gelê herêmê diyar dike ku ev plan dişibe pêvajoya şerê1996’an ê navbera KDP-YNK'ê. Welatî diyar dikin ku nêzîkatiya PDK'ê, dibişe nêzîkatiya li dijî YNK’ê ya ku Saddam dawetî Hewlêrê kiribû. Di 1996’an de PDK'ê li dijî YNK’ê Serokê îqtîdara Baasê Saddam dawetî Hewlerê kiribû. Niha PDK dixwaze li dijî PKK’ê Tirkiye li herêmê bi cih bike. Welatî bi taybetî li dijî hewldan û polîtikayên “brakujîyê" bertekên xwe tînin ziman û diyar dikin ku plana Birakujî dîsa di dewrê de ye. 
 
PRATÎKA WERTÊ 
 
Hat îdeakirin ku di çarçoveya plana “Konsepta tasfiyeyê" de di nava mehek dawî de heyeta ku ji endamên îqtîdara AKP-MHP'ê, rayedarên Serokomariyê û MÎT'ê pêk tên, li Herêma Federe ya Kurdistanê, PDK û hikûmeta Iraqê re hevdîtin kirine. Di van civin û hevditinan de hatiye xwestin ku PDK hêzê bişîne herêma Zînî Wertê û li wir qereqolan û baragehan ava bike. Hat diyar kirin ku li herêmê gelek civîn li ser hev hatine kirin. 
 
CIVÎNA LI DÎYANA'YÊ 
 
Çavkaniyên herêmî yên ewlehiyê diyar kirin ku li Navenda Perwerdehiya Pêşmergeyan a Bapiştiyan a Dîyanayê di navbera 17-22'ê Nîsanê de di fermandayia Hêzên Helgurd ên PDK'ê de, nûnrên MÎT û PDK'ê li hev kom bûne. Di civînê de 5 endamên MÎT'ê û Birayê Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Neçirvan Barzanî, Rewan Îdrîs Barzanî, Berpirsiyarê Asayîşa Gişti ya Hewlêrê, Midûrê Asayîşa Diyana, Midûrê Herêmea Xelifan, Berpirsiyarê Hêzea Helgurt û kesên berê ji nava PKK'ê reviyane amade bûne. 
 
Di civîna ewil de endamekî MÎT'ê xwest ku li gorî peymanê PDK hêzên PKK’ê ji herême derxin û rageşiya li “Zînî Wertê" zêde bikin ku PKK herêmê vala bikin û ew li wir bi cih bibin. 
 
Di civina duyemîn de jî rayedarê MÎT'ê ji ber plan pêk nehatiye hêrs bûye û gotiye “Li şûna rageşiyê kêm bikin divê hûn bêtir zêde bikin. Ger ku YNK dibe asteng wê jî tev li planê bikin." 
 
HÊZA TAYBET A JI 320 KESAN PÊK TÊ
 
Li aliyekî civîn pêk hatin, li aliyê din Rayedên Serokomar di 24'e Nîsanê de bi telefonê bi berdevkê Politburo yê PDK'ê Fazıl Miranî re hevdîtin kiriye û bal kişandiye ser plana par a navbera Tirikye û PDK'ê. Xwestine “konsepta Tasfiyekirinê' berdewam bikin. Piştî hevdîtinê bi otobusan 320 endamên Hêza Taybet ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî herêma Duhokê kirine. Niha Tirkiye vê hêza xwe li wir dihêle û amadekariyên operasyonan dike. Dîsa ji PDK'ê Hezar û 200 pêşmerge xwestin. PDKê heta niha 600 pêşmerge şandin Duhokê. Dixwazin planê gav bi gav têxin meriyetê. Pêngava yekem a planê dixwazin herêma navbera Garê, Barzan û Kandilê dagir bikin û çûn û hatinê qut bikin. Dixwazin li wir barafehek eskerî ava bikin. Dîsa dixazin li Çiyayê Karoxê (Ji Zînî Wertê) heta sînorê Hacı Umranê nokteyen çûn û hatinê têxin kontrola xwe. Bi vê planê dixwazin Zapê bi dest bixin. 
 
Li gorî agahiyên herêmê gelek yekîneyên taybet ên girêdayî Hêza Zêrewanî ya PDK'ê derbasî herêma Gerewan a girêdayî Rewanduzê kirin. Ger ku qeyran kûr bibe dê ve hezê li herema Zînî Wertê belav bike. Ji bo rêyên diçin Wertê nû bikin gelek maşineyên kar dest bi çêkirina rê kirine. Hêzên pêşmerge yên li herêma Zînî Wertê bi cih kirine, li girê Halamund ê Qaroxê kamerayan bi cih dikin. Li hewayê keşîfan dikin, li bejayê jî qereqolan ava dikin. Demek direj e Tirkiye li herêmê bi balafirên şer, SÎHA û ÎHA'yan keşifê dikin. Li bejayê ji KDP qereqolan ava dikin. KDP dixwaze qereqolên ku di sala 1997'an de piştî şerê bi PKK'ê re vala kiribûn ji nûve nû bike. 
 
KDP, ji bo li Gundê Xuşkan ê Qesrê yê li Çiayê Helgurt û Haci Umranê qereqolan ava bike ket nava hewldanan. Pêşerge dixwaze herêma Xakurkê û Bradost têxe çemberê. Li qadên Çiyayê Hesaari Sekran, Dola Alana, Rayat û Berde Zerdê qereqolên nû ava kirin. Li qadên Gundejor, Gelejêr û Şoreye jî nokteyên nû ava kirin. 
 
Ji herêma Qendilê heta Qesrê li herêma Belekatî dixwazin qereqolên Dêlzê û Berdebokşan nû bikin û hêzê Zerewanê şandin wê herêmê. 
 
Dê qereqolên Qesrê, Gocar, Xaneqa, Koliter, Mamerut, Pişt Mergê û Balayanê jî nû bikin û pêşmergeyan bişînin wê herêmê. 
 
DIXWAZIN QENDÎLÊ TÊXIN ÇEMBERÊ 
 
Li Girê Helemond ê Zînî Wertê ku herême dixe kontrola xwe hêzên pêşmerge bi cih kirin û çekên giran lê bi cih kirin. Hêzek mezin a eskerî birin Gundên Gerwani Xiwaru KDP dixwaze li herêmê dîsa pêşmergeyan bi cih bike. Dixwazin Ranyayê ji Rewanduzê qut bikin û li herêma Sêwek, Zin, Bêrîş û Karoxê endamên MÎT'ê li wir serbest bigere. Bi vê yekê dixwazin Qendîlê têxin çemberê. Fermandariya Pêşmerge di 20'ê Nîsanê de hêza xwe ya li Çiyayê Qaraçoxê ku li djî DAİŞ’ê bi cih kiribû vekişand û şand herêmê. Tê gotin ku bi vê yekê dîsa derî li DAIŞ'ê vekirin. 
 
‘SOZA DEWLETÊ'
 
Tê gotin ku PDK'ê ji ber piştgiriya aborî ji Tirkiyeyê girtiye hêzên pêşmergeyan li herêmê bi cih dike û qereqolan ava dike. Dîsa Tirkiye dixwaze PDK li hemberi deynê wê li herêmê qereqolan ava bike. Dîsa plana DYA jî bi piştgiriya Tirkiyeyê armanc dike ku ji bo PDK'ê dewletek biçûk ava bike û ev soza dewletê dane PDK'ê. Gelek rewşenir û alî jî vê yekê tînin ziman ku PDK ji bo dewletê ketiye nava van hewldanan. 
 
Armanca DYA bi ve yekê dixwaze bi hêsanîdir mudaxaleyî Îranê bike û PKK'ê tasfiye bike. Ji bo li qandîlê alê biçikînin Pêşbergeyan sewqî Zînî Wertê dikin. Lê gelê herêmê armanc û plana Tirkiye ya dîrokê zane û ji ber vê yekê ji geşedanên li herêmê nerazî ne û xwedî bertek in. 
 
Gelê herêmê bertek nîşanî PDK'ê didin û diyar dikin ku ev plan têkeve meriyetê dê ji Çiyayê Qendîlê dest pê bikin û heta Hemrin, Harir, Ezmer, Korek û Barzanê li her derê "Çi xweş e yên bên ez Tirkim" û dê li Hewler, Silêmaniyê, Zaxo, Duhok û Kerkukê bi zarokên Kurdan "Sonda Me" bidin xwendin. 
 
MA / Erdogan Altan