Li Eyn Îsayê kî dixwaze çi bike?

img
EYN ÎSA – Êrişên li ser Eyn Îsayê ku Tirkiye bi Peymana Soçiyê soz dabû wê êrîş neke didomin. QSD li hemberî êrişan li ber xwe dide û bersiv dide, garantora peymanê Rûsya jî ji bo berjewendiyên rejîma Rûsyayê erişan temaşe dike.
 
Êrişên Tirkiye û komên girêdayî wê yên li ser bajarê Eyn Îsayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.  Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) heta niha li ber xwe dide û hemû êrişên ku pêk hatine têk biriye. Hêzên rejîmê û Rûsyayê yên li herêmê jî li hemberî êrişan bêdeng in û tenê temaşe dikin. Ev bêdengî weke geşkirina êrişa a Rûsyayê tê şîrovekirin.
 
ÊRIŞ BI BERXWEDANÊ TÊN ŞIKANDIN 
 
Di êrişên ku tên kirin de Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) bombardûmanê dikin û hêzên paramîlîter ên ku di bin navê SMO’yê hatin gel hev jî hewl didin ji bejahiyê ve bi pêş ve diçin. Cihên ku herî zêde êriş li hemberî wan pêk tên navenda Eyn Îsa, gundên girêdayî û rêya bejahî ya navneteweyî ne. Serkêşiya van êrişan Ehrar El Şerqîye, Tumena Hamza, Tûgayên Suleyman Şah û Tûgaya Sûltan Mûrat dikin. Lê hemû êrişên ku ji 3 milan ve pêk tên ji aliyê QSD’ê ve vala hatin derxistin.
 
LI EYN ÎSAYÊ NOBETA KON
 
Gelên Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hemberî êrişan li navenda Eyn Îsayê kon vedan û dest bi çalakiya nobetê kirin. Ji Reqqa, Minbic, Tebqa û Kobanê gelek kes tên serdana konên ku li cem baregeha Rûsyayê hatin vedan. 
 
ÊRIŞ BI PIŞTGIRIYA TSK’Ê NE 
 
Komên çekdar ku ji bo êrişan ji TSK’ê piştgiriya keşfê digirin, hêzeke zêdetir sewqî Eyn Îsayê kirin. Van komên ku ji TSK’ê hê zêdetir piştgirî dixwazin, amadekariya êrişên nû dikin. Piştgiriya TSK’ê ya çekên giran, di eniyên mijara gotinê de dikevin ber çavan. 
 
TIRKIYE M4’Ê DIXWAZE 
 
Hevdîtinên Tirkiye û Rûsyayê yên li ser Eyn Îsa û herêmên din didomin. Li gel Peymana Soçiyê ku di 22’ê cotmeha 2019’an de hat îmzekirin jî Tirkiye, di hevdîtinan de dixwaze ku ji Eyn Îsayê heta Til Temirê li ser rêya navneteweyî ya M4’ê bi Rûsyayê re dewriyeyan bavêje û xebatên parastinê yên QSD’ê yên li derdora Êyn Îsayê rawestin. QSD jî bi awayekî neyînî li her du daxwazan dinêre. 
 
RÛSYA TEMAŞE DIKE 
 
Hevdîtinên hê jî didomin û Rûsya û rejîma Sûriyeyê jî heta niha tenê êrişan temaşe dikin û tu bertek nîşanî êrişan nakin. Li gel ku bombeyên TSK davêje bi qasî 300-400 metreyî dûrî baregeha Rûsyayê dikevin jî Rûsya tenê êrişan temaşe dike. Rûsya, di hevdîtinên xwe yên bi QSD’ê re nîyeta xwe rast datîne holê û êrişên Tirkiye û komên girêdayî wê weke koz bi kar tîne. 
 
RÛSYA DIXWAZE JI REJÎMÊ RE BÊ HIŞTIN
 
Rûsya, di serî de Eyn Îsa dixwaze tevahiya herêmê bike bin kontrola rejîma Sûriyeyê û bi vê jî peyam dide ku heke ev pêk neyê di êrişên Tirkiyeyê nerawestin. Rûsya, li şûna rola ku li herêmê girtiye ser xwe, Tirkiye û komên girêdayî wê sor dike. Di hevdîtinên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de Rûsya bêdengmayînê qebûl kiriye. 
 
MA / Nazim Daştan