PDK dixwaze çi bike?

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di pêvajoya ku partiyên Kurdan ji bo yekîtiyê têdikoşin de, hewldanên PDK'ê şerê navxweyî dikeve rojevê. Di vê pêvajoya ku PDK pêşmergeyan dişine herema Garê de, Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayiyan got "Em şerê navxweşî naxwazin'. Lê li dijî vê yekê Serokê PDK'ê Mesut Barzanî daxuyanî da û li dijî PKK'ê şer îlan kir. Ev bû sedema pirsan û bertekan. 
 
Hêzên navdewletî ji bo perçekirina Kurdan bi salan e polîtikayên birakujiyê pêş dixin. Di salên dawî de partî û rêxistinên Kurdan ji bo yekîtiya neteweyî têdikoşin. Piştî PDK'ê pêşmerge şandin Garê û li dijî PKK'î şer îlan kir, rageşî û hewldanên birakujiyê ket rojevê. Li dijî vê yekê bertekên hêzên têkoşîna yekîtiyê didin jî jî zêde bûn. Her çend Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayiyan got "Em şer naxwazin jî" li aliyê din Mesut Barzanî li dijî PKK'ê şer îlan kir. 
 
Di salên 1990'an de şerê di navbera Yekitiya Niştimana  Kurdistan (KYB) û Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ê de şer hebû. Şerê di nava PDK û YNK'ê de wekî şerê “Birakûjî” dihat pênasekirin. Di salên 1990'an de gelek şervanên Kurd di şerê birakjiyê de hatin kuştin. Piştî demekê şerê Birakujiyê yê bi dawî bû û hewldanên yekîtiyê pêş ket. Lê di salên dawî yên ku partiyên Kurdan ji bo yekîtiya neteweyî têdikoşin de niha PDK'ê li şûna YNK'ê vê carê PKK kir hedefa xwe. PDK'ê piştî qada Zînî Wertê vê carê pêşmerge şandin herêma Garê. Li ser vê hewldana PDK'ê, hefteya borî Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayiyan PDK hişyar kir û got: "Em şerê navxweşî naxwazin'. Lê li dijî vê yekê Mesut Barzanî daxuyanî da û raste rast li dijî PKK'ê şer îlan kir.  
 
Bi taybeti pişti ziyaretên di navbera hikûmeta Tirkiye û hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê de zêde bûn, PDK'ê şerê li dijî PKK'ê xist rojeva xwe. Li aliyê din Tirkiye ku li diji Referanduma Serxwebûna Kurdistanê bû û wê demê PDK wekî dijmin îlan kiribû, niha têkiliyên xwe yên bi PDK'ê re dîsa xurt dike û PDK'ê li dijî PKK'ê sor dike. Tirkiye armanc dike ku bi "Plana têkçûnê" vîna Kurdan a li herêma Başûrê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe. Bi taybeti bi hevkariya PDK'ê hêza xwe li qada Herêma Federe ya Kurdistanê bi cih dike. Ev hewldana PDK'ê fikara "PDK ji bo îqtidara xwe li şûna yekîtiyê birakujiyê derdixe pêş" zêde dike. 
 
Heta niha Tirkiye li Herêma Federe a Kurdistanê 18 barageh ava kirine. Dîsa li Herêma Başîka ya Musulê Hezar û 200 eskerên TSK'ê hatine bicih kirin. TSK'ê li herêma Duhokê ya Bamernê 500, li herêma Kanimasî 500 esker bicih kirine. PDK ya ku dengê xwe ji eskerên TSK'ê yên li ser axa wê bi cih bûne nake, li dijî PKK'ê şer îlan dike. Ev hewldana PDK'ê pirsa "Çima dengê xwe ji  TSK'ê re nake çima li dijî PKK'ê şer îlan dike. 
 
HEWLDANA PDK'Ê YA LI ZÎNÊ WERTÊ 
 
 
TSK'ê di 15'ê Nîsanê de li dijî herêma Zînî Vartê êrîşek hewayî pêk anîbû. Di êrîşê de 3 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Dîsa di heman rojê de TSK'ê li dijî Wargeha Mexmûrê jî êrîşa hewayî kir û 3 jinan jiyana xwe ji dest dabûn. TSK'ê bi hevkariya PDK'ê êrîş pêk anîbûn. Wê demê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hejmarek pêşmerge şandin Zînî Wertê, li wê derê baregeh û cihên xwe çêkirin. Rayedarên PDK'ê diyar kir ku ji ber parastina wê navçeya ser sinor, di çarçoveya tedbîrên ewlekariyê ya ji bo tekoşîna li dijî belavbûna vîrûsa koronayê li wê navçeyê hatine bicihkirin. Rojek şûnde balafirên şer ên TSK'ê cihê 3 endamên HPG'ê eşkere kir û êrîşa hewayî pêk anîbû. KCK'ê anî ziman ku PDK’ê hevkariya Tirkiye kiriye û gel îxbar kiriye. Li vir jî Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistan (YNK) bi serokatiya Lahûr Şêx Cengî li ser vê mijarê civînek li dar xist. Di encama civînê de got "Heta niha me xwe girtiye, daxwaz ji serokatiya herêmê dikin ku bi lez biryara vekişîna hêzên Zînî Wertê bide." YNK Mesrûr Barzanî sûcbar kir. YNK'ê ji PKK’ê jî xwest ku ji navçeyê dûr raweste û hêzê neşînin ku Zînî Wertê jî radestî asayîşa navçeyê bike. 
 
 
KARAYILAN JI BO DIYALOGÊ BANG KIR BARZANÎ BI ÎLANA ŞER BERÎV DA
 
Piştî PDK'ê li Garê û Metina  pêşmerge bi cih kirin, Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayiyan got "Em şerê navxweşî naxwazin'. Lê li dijî vê yekê Serokê PDK'ê Mesut Barzanî daxuyanî da û li dijî PKK'ê şer îlan kir. Karayilan got "Çi dibe bila bibe. Em dixwazin pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi diyalogê çareser bikin. Lê tu li şuna diyalogê hêza eskerî bide pişt xwe û qadê teng bike, bêyî daxwaz dê şer derkeve. Bi vê rêbazê nabe." û bang li Serokê PDK'ê Mesut Barzanî kiribû. Lê Barzanî jî PKK tawanbar kir û şer îlan kir. 
 
HEWLDANA BARZANÎ Û PDK'Ê 
 
Gelê kurd vê daxuyaniya Barzanî wekî hewldana “birakûjî” pênase kir û bertekên xwe anîn ziman.  Tê gotin ku li pişt vê alozî û rageşiya ku dixwaze şerê navbera gelê Kurd sor bike Hêza Zerevanî ya ku wekî “Leşkerên Gulan” tê binavkirin heye. Hêza Zerevanî ji dervê pêşmergeyan wekî hêza Taybet hatiye amadekirin. Wekî yekîneya îstîxbaratê ya PDK'ê Parastinê, raste rast girêdayî Kurê Mesut Barzanî û Serokê Herêma Federe a Kurdistanê Mesrur Barzanî ye. Her çend Peşmerge di bin baneya Wezareta Peşmergeyan a sala 2005'an de hat avakirin de kom bûn jî, di navbera PDK û YNK'ê de xwe kom kirine. Li gorî daneyên sala 2015'an 70 yekîne girêdayî YNK'ê ne û ji 56 hezar pêşmergeyan pêk tê. Di bin baneya PDK'ê dejî 80 yekîne hene û ji 58 hezar peşmergeyan pêk tê. Bi giştî 114 hezar peşmerge hene. Ji xeynî peşmergeyan di bin baneyên herdu partiyan de polîs jî hene û ji 51 hezar kesan pêk tê. Hêzên Zerevanê girêdayî PDK'ê ye û 10 hezar Yekîneyên Amade jî girêdayî YNK'ê ye. Ji xeynî wan 3 hezar endamên çekdar ê Partiya Sosyalîstên Demokrat a Kurdistanê (PSDK) hene. 
 
 
Di salên dawi de proje hat amadekirin ku pêşmergeyan ji bin baneyê partiyekê derxin û di bin baneyekê de kom bikin. Tê gotin ku aqilê vê projeyê jî DYA, Îngiltere, Fransa û Almanya ye. 
 
Li ser serê Hêza Zeravanî jî tê gotin ku ji Malbata Barzanî Aziz Weysi heye. Weysî di 17 saliya xwe de tev li PDK'ê bû. Di sala 1989'an de piştî şerê navbera PDK û YNK'ê tev li PKK'ê bû. Piştî demekê ji PKK'ê qetiya û dîsa tev li PDK'ê bû û niha pêşengiya Hêza Zerevanî dike.