Temellî: Nexşeya feqîriyê li bajarên Kurdistanê tê dîtin

img

ENQERE – Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku di nexşeya feqîriyê ya Tirkiyê de bajarên kurdan xuya dike û got: “Di neçareserkirina meseleya kurd de em neçarin vê zoriyê bibînin. Em neçarin zoriya îktîsadî û tundiya îktîsadî bibînin.” 

 
“Konferansa Aboriyê” ya ji aliyê Komîsyona Polîtîkayên, Ked, Aborî, Çandinî û Civakî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Eywana Konferansê ya Navenda Bazirginiya Cîhanê ya Enqereyê tê lidarxistin dest pê kir. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê axaftina vekirinê ya konferansê kir. Temellî di konferansê de wiha axivî: 
 
Armanca me ew e em bi van konferansan mudaxeleya li dijî ked û aboriyê biguherînin. Wek ku hûn dizanin li dinyayê krîzek mezin heye. Ev demek dirêj e ev krîz bi me ve zeliqiye. Kapîtalîzm rê nade ku krîz bi dawî bibin. 
 
KRÎZÊ ROJANE KIRINE 
 
Kapîtalîzm dixwaze her tim krîz hebe. Em ji salên 70’î heta niha rewşa krîzê li ser xwe dibînin. Qet rewşa krîzê bi dawî nebûye. Belê piştî krîza 2008’an bi navê post neo-lîberal têgehek hat bikaranîn. Lê ew post qet pêk nehat. Li ser xwezayê rûxandinek mezin didome. Ev krîza timî bi halê kapîtalîzmê ve girêdayî ye.
 
ME KAPÎTALÎZMEK BAŞ NEDÎT 
 
Dem bi dem li dijî kapîtalîzma neo-lîberal têkoşîn hat dayîn û hin caran têra xwe hat astengkirin. Her tim gotin kapîtalîzma baş heye. Lê tu carî halê baş ê wê kapîtalîzmê nehat dîtin. Însanan wê serdema jê re dibêjin serdema zêrîn ne jiyî. 
 
TÊKOŞÎNA ANTÎ-KAPÎTALÎST 
 
Dema em li 10 salên dawî dinêrin, kapîtalîzm di pêvajoyek têkçûnê de ye. Divê li dijî vê jî antî-kapîtalîzm hebe. Mirov wisa dikare vê qonaxê derbas bike. Ji spartekên ku HDP’ê daniye pêşiya xwe jî yek jê jî ev e û li ser vê yekê dixebite. Em bi têkoşînê û civakîbûnê li çareseriya van meseleyan digerin. Konferansa me jî ji bo ev pirsgirêk bi dawî bibin tê lidarxistin. 
 
 
HILBERÎN NEBE EM NIKARIN BEHSA GUHERTINÊ BIKIN 
 
Pêvajoyek ku algoritmaya hilberînê guheriye qewimî. Me dît ku civakên fabrîkayan hilweşiyane û em bûn şahid ku li ser civakîbûnê jî bandorek qewimî. Heke em guhertinan nekin û hilberînan nekin em nikarin behsa guherandinê bikin. 
 
FEQÎRTÎ TÊ FERZ KIRIN 
 
Bi taybetî serdema neo-lîberal li ser vê serdema fînansiyê ya hilberînê bandora xwe kiriye. Tam di vir de têkoşîn bangî me dike û em zêde hatine deyndarkirin. Yanî vê pergalê feqîrtiyê li me ferz kiriye. Yanî em di vir de dibînin ku feqîrtî nayê birêve birin. Em ê çawa li dijî vê têbikoşin û em neçarin pêvajoya feqîrtî û finansal bigirin dest. Em dibînin li her deverê talanî pêk tê. Lİ her deverî feqîrî û belengazî heye. Deyn zêde dibin û berbelav dibin. Dixwazin civakê wisa kontrol bikin. Em dibînin ku civaka tedbîrî û civaka tundiyê li her deverî belav dibe û her deverê dorpêç kiriye. 
 
AKP DI VAN 17 SALAN DE TALANÊ ANIYE 
 
Em di 17 salên serdema AKP’ê de di laboratuvariyê neo-lîberaliyekê dijîn. Îqtîdarek wiha dixwaze vê bandorê li ser civakê belav bike. Her cûre hilweşandin pêk tê. Dixwazin hilweşandina xwe bi tundiyê bihonînin. Em dikarin bêjin serdema AKP’ê serdema tundî û hilweşandinê ye. Çi kirine. Tam di vir de li gorî sermayeya finansal polîtîkaya aboriyê birêve birine. Feqîriyê birêve birine. Bi vî awayî têkbirina civakê bi lez kirine. Di bin navê birêkûpêkirina cemaweriyê mekanîzmayên ewlekeariyê li ser civakê spartine û bi vê yekê civakê ber bi tundiyê ve birine. 
 
MESLE HEMÛ DI BIN PIRSGIRÊKA KURD DE YE 
 
Dixwazin civakê fêrî feqîriyê bikin û bixin gerîneka tundiyê. Bi vê yekê re jî dixwazin nijadperestiyê bilind bikin. Ev mesele hemû li Tirkiyê meseleya herî girîng derdixin holê. Mirov van hemûyan dikare di bin sernavekî de di meseleya kurd de bixwîne. 
 
FEQÎRIYA HERÎ ZÊDE LI KURDISTANÊ YE 
 
Rêveberina bi feqîriyê heye. Dema mirov li nexşeya feqîriya Tirkiyê dinêrin em vê yekê li bajarên kurdan dibînin. Di rêveberiya feqîriyê de li bajarên kurdan kedxwarî tê kirin. Li şûna aboriya herêmê xurt bikin, qeyûman tayîn dikin. Mesele bi qeyûman çareser nabe. Di esasê xwe de tayînkirina qeyûman jî parçeyek ji vê mekanîzmayê ye. Bi tayînkirina qeyûman meseleya kurd bêtir kûr dikin û pergala kedxwariyê bêtir bi awayek zelal dikeve meriyetê. Li aliyê din jî mekanîzmaya tundiyê hildiberînin. Dema em li daneyên aborî û feqîriyê dinêrin hêrî zêde feqîr, kedxwarî û hejarî li bajarên kurdan heye û keda karkerên kurd tê xwarin.”