Bereketa zeytûnên Nîzîbê ji sedî 75 daket

img

DÎLOK – Îsal bereketa zeytûnên Nîzîbê kêm bû. Hilberîneran, anî ziman ku ev ji ber guherîna avhewayê ye û gotin: "Avhewaya herêmê diguhere. Cara ewil e bereket ev qasî hindik e. Car caran nêdvî nêvî kêm dibû, lê îsal ji 4 paran parek (Ji sedî 75) kêm bûye. " 

Wextê dawişandin û topkirina zeytûnên Nîzîbê dest pê kir. Li navçeyê nêzî 10 milyon darê zeytûnan hene û par 80 ton zeytûn hatibû topkirin. Lê belê tê gotin wê îsal yekûna zeytûnan 50 ton be. Hilberîner Halîl Yapar, da zanîn ku îsal randimana zeytûnan kêm bûye. Hilberîner Şahîn Kiliç jî got li gor zeytûnên herêma Egeyê, zeytûnên NÎzîbê baştir in, lê belê ji be ravhewaya herêmê guheriye êdî randimana zeytûnan ne wekî berê ye. 
 
HEGER ZEYTÛN NEMÎNIN WÊ KOÇ BIKIN 
 
Zeytûnvan Halîl Yapar, anî ziman ku ji sedî 90'ê darên zeytûnan ber negirtine. Yapar, ji bo kêmbûna randimanê anî ziman ku ji ber par zêde bûye îsal dar westiyane û got: "Heger şilî zêde be sala bê wê randiman jî baş be. Par min ji baxçeyê xwe 5 ton berhev kir, lê îsal tonek jî tune bû. Îsal randimana zeytûnan ji binî de tunebû. Me karker jî negirtin. Me bi xwe berhev kir. Heqê keda me jî jê derneket. Heger em van zeytûnan bifiroşin wê tiştekî neke. Heger me karke rbigirtana, em ê nikaribûna ji bin rabin. Îsal tenê min ji baxçeyê xwe 100 lîre qezenc kiriye. De were ji nav derkeve. Li herêmê rewşa her kesî ev e. Avhewaya herêmê diguhere. Cara ewil e randiman wiha ye. Carinan nîvî nîvî kêm dibû. Lê îsal ji 4 paran parek maye."
 
Yapar, destnîşan kir ku heger li herêmê zeytûnvanî nemîne ew ê berê xwe bidin bajêr û got: "Çimkî karekî ku em bikin namîne." 
 
JI BER AVHEWAYÊ YE 
 
Zeytûnvan Şahîn Kiliç jî anî ziman ku îsal zeytûn pir kêm bûne. Kiliç, da zanîn ku zeytûn ji sermayê hez dikin û got: "Her ku avhewa diguhere, dar jî tesîreke neyînî jê digirin. Berê ava çemên li herêmê boş bû. Lê giş ziwa bûn. Axa Nîzîbê tam axa zeytûna ye. Li herêma Egeyê ji 8 kîlo zeytûnan kîloyek rûn çê dibe, lê li cem me ji 3 kîlo zeytûnan kîloye rûn çê dibe."