Paylan: Şer li ser pişta xizanan fînanse dikin

img

ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, diyar kir ku bandora krîza aborî li ser hemû beşên civakê belav bûye, lê tevî vê yekê Tirkiye li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşan pêk tîne. Paylan, destnîşan kir ku şer li ser xizanan fînanse dikin û bi pereyê bêrîka xizanan şer dikin.

 
Li Tirkiyeyê krîza aborî her ku diçe kûr dibe. Mazot, gubre, xaza xwezayî, ceyran, şekir, rûn, çay û gelek xwirekên din roj bi roj zem dibin. Dîsa dolar li hemberî pereyên Tirkiyeyê zêde dibe û kêm dibe. Krîza aborî ya heyî bandora xwe li ser hemû beşên civakê dike. Niha Tirkiye ji 9'ê cotmehê heta niha 9 rojin bi tang, top, balafirên şer û hezaran esker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên bi çekên giran dike. Gund û navçe tên valakirin, dibistan dikevin betlanê. Bi dehan mirovên sivîl hatin kuştin. Têkildarî polîtîkaya AKP'ê ya aboriyê û şer Parlamenterê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) yê Amedê Garo Paylan, nirxandin kir û diyar kir ku hikûmet bi pereyê bêrîka gel şer dike. Paylan, da zanîn ku polîtîkayên AKP’ê û krîza aborî ji hev ne dûr in û wiha lê zêde kir. Piştî îktîdarê yek alî pêvajoya çareseriyê xera kir, dest bi zilmê kir. Ji sala 2015'an û şûnde bêtir polîtikayên ewlehiyê û şer pêş xist. Van polîtîkayan bandor li ser keda mirovan û çavkaniyên kar, xwarin û debara mirovan kir. Bi pereyên li çek, fuze, tang û topan razandin bêtir civak xizan kirin. Bêtir gel xizan kir." 
 
‘ÇAVKANIYÊN ABORIYÊ LI ŞER XERÇ DIKIN'
 
Paylan, anî ziman ku Tirkiye di sala 2014'an de li polîtîkayên ewlehiyê 40 milyar TL pere xerç kir, lê di sala 2019'an de 160 milyar TL pere li ewlehiyê û şer şerç kiriye. 120 milyar TL pereyê ku hatiye zêdekirin, ji heqê keda mirovan hatiye girtin. Dikarîbû debara milyonan mirovan bi vî pereyî bikiraya. Dikarîbû bi vî pereyî her meh heqê lemû karmendan hezar TL li meşê wan zêde kiribûya. Dikarîbû rê li pêşiya zarokên betal bigirtaya. Ev şer dijminê aramiyê ye. Divê welatî li baca ku didin xwedî derkevin. Tenê serê her pakêta cigarê 12 TL bacê distînin. Malbatek ku sala par 300 TL heqê xaza xwezayî razandin, îsal 550 TL fatura radizînin. Ceyran jî wisa û lêçûnên din jî wisa qat duqat zêde bûne.  Ev şer, şerê Erdogan û malbata Erdogan e. Şerxazê aqilê dewletê yê sed salî ye. Şerê li dijî vîna gel dimeşîne. Hebûna Rojava tehamul nakin. Lê hesabê şaş wê li Rojava li wan vegere."  
 
MA / Selman Guzelyuz