'Mirin heye veger tune ye'

img

MANÎSA - Karkerên Madena Somayê yên ji bo mafê xwe yê tazmînatê bistînin xwestin bimeşin Enqereyê û rastî astengiya cendirmeyan hatin, şeva xwe di çadiran de derbas kirin. Karkeran, bi gotina “Mirin heye veger tune ye" biryara xwe ya bimeşin Enqereyê anîn ziman.

 
Li Somayê di facîaya Kana komirê  de 301 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vê bûyerê karkerên di madenê yên 301 karkeran jiyana xwe ji dest dan de mafê xwe yê tazmînatê xwest. Karkerên endamên Sendîkaya Karkerên Madenê ya Serbixwe, ji bo mafê xwe xwestin ji kar hatin avêtin. Karkerên ku li mafê xwe digerin ji bo doza xwe şevê din ji Soma xwestin bimeşin Enqereyê. Karkerên xwestin bimeşin Enqereyê, rastî astengiya cendirmeyan hatin. Karker piştî rastî astengiyê hatin şeva xwe di çadiran de derbas kirin. Karkeran, bi gotina “Mirin heye veger tune ye" biryara xwe ya bimeşin Enqereyê anîn ziman. Nêzî 50 karkeran çalakiya rûniştinê li dar xistin û li çadiran şeva xwe derbas kirin. Karkeran bê navber dirûşmeya "Mirin heye veger tune" biryara xwe anîn ziman.