Her meh fatûreyên ceyrana me zêde dibe

img
RIHA - Karsazên pîşesaziyên pîvan biçûk û navîn ên ji zema ji sedî 14,9 ceyranê bi bandor bûn, diyar kirin ku her meh fatûreyên ceyranê zêde dibin û bertek nîşanî zeman dan. 
 
Ji sedî 14,9 zema ku herî dawî li ceyranê hat kirin, kargehên xebatên enerjiye dikin kir zorê. Karsazên pîşesazî yên pîvan biçûk û navîn, diyar kir ku ew gehiştine wê astê ku kargehên xwe bigirin. Saît Dîlekçî yê li sîteya Kavakçilar a Rihayê dikandariyê dike, giliyê zemên ceyranê kir û wiha axivî: “Êdî wisan bûye, zemên ceyranê hem me û hem jî berîka me dişewitîne. Abdurrahîm Kiziltaş ê karê tûjkirinê dike jî, mirov li şûna vekirina dikanan, gera vale ji bo xwe tercîh dikin. 
 
‘CEYRAN ME DIŞEWITÎNE’
 
Saît Dîlekçî yê li Sîteya Kavakçilar a Navçeya Haliliyê ya Rihayê dikandariyê dike, diyar kir ku her meh nêzî 100-150 TL li fatûrên wan ên ceyranê zede dibe û wiha got: “Ji ber vê yekê nikarim makîneyên xwe bixebitînim. Êdî ez bi pereyê ceyranê re nagihînim. Êdî berîka me kun bûye. Ceyran hem berîka me û hem jî me dişewitîne.” 
 
‘MESREF PIRE LÊ QEZENC TUNE’
 
Abdurrahîm Kiziltaş ê 35 salin li sîteya sanaî ya biçûk a navçeya Halîliyê karê tûjkirinê dike jî, da zanîn dikandar tên perçiqandin û wiha got: “Em kar nakin û tu qezenca me tuneye. Hin roj tên em nikarin pereyê nanê xwe qezenc bikin. Çi dema ku em 20 TL’an qezenc dikin, em dibêjin me îro pir qezenc kir. Êdî mîna berê karê me nemaye. Ji ber vê mirov naxwazin kargehan vekirin. Li şûna vê vale digerin. Ger wisan biçe ezê dest ji kar berdim. Berî 10 salan rewşa me pir baş bû. Lê niha karê me pir xerab bûye. Mesref pire, lê qezenc tuneye. Êdî dikandarî qediye ye.”