Îsal di garis de jî xesirîn

img
ÊLIH – Li Êlihê, cotkaran bilêv kir ku ji ber maliyet zêde bûne piştî nîsk, ceh û genim, di garis de jî xesirîne. 
 
Li Êlihê, cotkarên ku her sal bi piranî garis, nîsk, genim û ceh diçînin, ji ber rekolteya ku dixwestin bi dest nexistin îsal garis çandin. Lê belê ji ber rekolteyeke kêm careke din jî xesirîn. Cotkaran, bal kişand ser zêdebûna maliyeta û got, ji bo saleke din qezenc bikin divê maliyet kêm bibin. 
 
‘MALIYET ZÊDE BÛN' 
 
Sekreterê Giştî yê Odeya Çandiniyê ya Êlihê Ebûbekîr Dogan, diyar kir ku cotkar îsal jî xisirîne û got, sedema sereke ya xisarê ji ber zêdebûna maliyetê ye. Dogan, anî ziman ku par serê dekareke garis berdariya wan hezar û 500 an jî hezar û 800 ton bû, lê belê ev hejmar îsal 40 ji sedî kêm bûye. Dogan, diyar kir ku îsal ligel barana zêde, maliyet jî pir zêde bûne û got: "Par tevî bihabûna fiyetên mazot, gubre û dermanan maliyet jî zêde bûn. Ji bo destekirina me cotkaran, divê maliyet kêm bibin û desteka ji bo karkeran zêde bibe." Dogan, da zanîn ku par serê toneke av 32 lîre bûye, lê belê îsal bûye 48 lîre û got: "Bihabûna avê bi tena ser xwe maliyetek e û divê kêm bibe. Îsal tevî nîsk û genim, cotkar di garis de jî xesirîn." 
 
Cotkar Osman Çam jî bal kişand ser zêdebûna maliyetan û got, li gor par berdariya îsal 40 ji sedî kêm bûye. Çam, got: "Par gubre 850 TL bû, lê îsal 2 hezar û 400 lîre bû. Ev ji bo me xisar e. Em van erdan bi qenalên DSÎ'yê av didin. Piştî qeyûm Yekîtiya Avê tona avê kir 48 TL. Ev jî nîşan dide ku maliyetên me çi qas zêde ne." 
 
Cotkar Serdar Dagkûş jî destnîşan kir ku îsal tenê ne di garis de, di nîsk, genim û ceh de jî xesirîne. Dagkûş, anî ziman ku pêdiviya nîsk, ceh û genim pir bi avê tuneye û got: "Pêdiviya van beran bi avê tuneye lê ji er mazot û gubre pir biha ne, cotkar xesirîn. Lê pêdiviya garis bi avê heye. Li gor par heqê avê îsal du qat zêde bûye. Ev jî maliyeteke zêde ye. Em qala mazotê nakin, ji xwe ew tim wisa ye." 
 
MA/ Metin Yoksu