Çerxa di pîşesaziyê de giran bûye

img

ENQERE - Li gorî daneyên Hilberîna Pîşesaziyê ya meha Hezîrana 2019’an ên TÛIK’î, kêmbûyîna hilberîna pişesaziyê li gorî meha çûyî ji sedî 3,7 zêde bûye. Kêmbûyîna hilberînê bendewariyên heyîn jî derbas kir. 

Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK), encamên têkildarî Hilberîna Pîşesaziyê ya meha Hezîrana 2019’an, aşkere kir. Li gorî danayan, di meha Hezîranê de, hilberîna pîşesaziyê li gorî meha borî ji sedî 3,7 kêm bûye.   
 
SEKTORA ÇÊKIRINÊ JI SEDÎ 4.2 TENG BÛYE
 
Li gorî meha Gulanê di meha Hezîranê ya sala 2019’an, sektora kankerî û kana keviran ji sedî 2,4 zêde bûye, sektora pîşesaziya çêkirinê, ji sedî 4,3 û sektora hilberîn û belavkirina ceyran, gaz, buxar û avhewayê ji sedî 1,3 kêm bûye. 
 
LI GORÎ SALA PAR JI SEDÎ 3 KÊM BÛYE 
 
Hilberîna pîşezayê li gorî sala par ji sedî 3.0 kêm bûye.