Buhabûna çigarê kêrî tûtinfiroşan hat

img
AMED - Buhabûna çîgarê kêrî tûtinfiroşan hat. Piştî çîgare zem bû, çigarekêşan berê xwe da tûtinfiroşan û dest bi kişandina çigarê pêçayî kirin. Tûtinfiroşan diyar kirin ku piştî çîgare zem bû, firotina tûtinê duqat zêde bû. 
 
Di 3'ê tebaxê de piştî pakêten çîgareyê zem bû, tiryakêş û çîgarekêşan berê xwe dan tûtinê. Piştî çîgarê ku ji Tûtina Amarîkayê tên hilberîn (British American Tobacco (BAT) zem bûn, gelek çîgarekêş êdî berê xwe dan kişandina tûtinê. Hin cîgare heta 3 tl zem bûn. Buhayê cîgarê herî dawî di meha tîrmehê de zem bûbûn. Piştî çîgare buha bûn, buhayê pakêta herî erzan bû 14 tl û pakêta herî buha jî derket 18 tl yan. 
 
JI SEDÎ 85,3 BAC E
 
Di plana Çalakî û Statejiyê ya Kontrola Tûtinê de her pakêtek ji sedî 85,3 tl diçe bacê û diçe butçeya dewletê. Li Tirkiye di berhemên tûtinê de bi awayekî nispî û maktu 2 Baca Xerçkirina Taybet tê stendin. Li ser van tûtînan li ser buhayê bê KDV ji sedî 18 KDV lê tê zêdekirin" tê nivîsîn. Salên borî zagona torbe ya li ser tûtinê bûbû mijara niqaşan. Li gorî guhertina zagona nû yên çîgara pel an jî tûtinê bifiroşin, rastî 3 sal û 6 meh ceza tên. Ji ber vê zagonê êdî tûtinfiroş nikarin hilberînê jî bikin û bifiroşin. Lê zema hearî dawî dîsa li ser dezgehên tûtinfiroşan tevgerek ava kir. Çîarekêşên ku naxwazin 18 tl bidin pakêtekê dest bi krîna tûtinê kirin û êdî tûtinê dikişînin. Yên êdî nikarin pakêtê bistînin dest bi kişandina tûtinê dikin. 
 
Tûtinfiroş Huseyin Uçler, diyar kir ku 35 salin li Amedê tûtinê difiroşe û wiha got: "Em malbat debara xwe bi firotina tûtinê dikin. Di serdema Turgut Ozal de çandiniya tutinê serbest bû. Lê pişti sagona torbe ya der barê tûtinê de êdî karê çandiniya tûtinê têk çû. Di hefteya dawî de piştî çîgare zem bû, dîsa firotina tûtinê zêde bû. Kesên çîgarekêş dizanin ji ber çigarê nexweş dikevin û dimirin jî dîsa çîgarê distînin. Di nava 2 mehên dawî de 4 TL zem bû. Ji ber çîgare buha dibe bandorekê li ser çîgarekêşan çê dike. Ji ber kara tûtinê zêde ye û pakêtên çîgara buha ye êdî her kes berê xwe didin krîna tûtinê û tûtinê dipêçin. 
 
Tûtinfiroş Ridvan Baran (32) jî diyar kir ku piştî buhabûna pakêtên çîgarê zêde bû, firotina tûtinê duqat zêde bû û wiha got: "15 salin tûtinê difiroşim. Heta niha ew qaz zem nebûye. Yên berê pakêta çigarê dikirîn, piştî zemê niha tên tûtinê distînin. Tên bi 10 tl tûtin distînin. Bi 10 tl tûtin distînin û hefteyekî têra wan dike. Em ditirsin ku vê tûtina em difiroşin jî li me qedexe bikin. 
 
Baran, anî ziman ku ji ber du butçeya dewletê de valahî heye çîgare zem kirine û wiha got: "Piraniya pereyê çigarê diçe bacê. Ger ku pakêt bi 18.5 tl be, 14 tl diçe baceya dewletê. Ev jî nîşan dide ku krîza aborî heye. Hêj 3 meh berê 2 tl zem kirin, Di nava 3 mehan de 4 tl zem kirin. Ev zema tê kirin bêtir mirovan sewqî kişandina çîgarê dike. 
 
Tiryakê çigarê Veysi Bozyil (40) jî anî ziman ku zema li çigarê hatiye kirin sînîrê mirovan bêtir xera dike û wiha got: "Salên borî hindik zem dihat kirin. Lê niha 4 tl zem lê zêde kirin. Ev zem rê li pêş kêmkirina çîgarê nagire. Gelek kesên dixwazin çigarê berdin hene. lê nikarin berdin."