AMED - Serokê Şaxa Tarim Orkam-Senê yê Amedê Nasir Demirkıran, diyar kir ku ji ber polîtîkayên Hikûmetê yên aborî û çandiniyê rençber û çotkar êdî nikarin çotkarî û hilberînê bikin.
Li Tirkiye nifûsa çotkarên çandiniyê di sala 2018'an de ji 18 milyonan daket 11 milyonan. Tirkiye ku di serdemên berê de di qada çandiniyê de têra xwe dikir, niha piranî berhemên çandiniyê ji dervê welat distîne. Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Milê Cemaweriyê ya Xizmeta Çandinî û Daristanê (Tarım Orkam-Sen) yê Amedê Nasir Demirkiran, têkildarî rewşa çandiniyê û polîtîkayên hikûmetê nerînên xwe parve kirin. Demîrkıran anî ziman ku ji ber polîtîkayên heyî êdî krîz heye û çotkar ji ber polîtîka û krîza heyî êdî nikarin hilberînîn. Demîrkiran, da zanîn ku ji ber buhnayê mazot û gubre êdî cotkar li şûna hilberînê bêtir xerç dikin û wiha got: "Rewşa rençber têde pir xerab e. Hilberîn rawestiya ye. Zem li ber çavan in. Gubre û mazot ji demên dawî de ji sedî 200 zem bû. Lê piştgiriya dewletê ya rençberan ji sedî 2-4 e. Ev barê rençberan bêtir giran dike."
Demîrkiran, anî ziman ji ber polîtîkayên hikûmetê ekosistem jî zerarê dike û wiha got: "Rençberên ku li herêmê çandiniyê dikin êdî kar nakin. Kara çandiniyê li herêmê nabe. Divê mal û berhemên rençberan buha bê firotin û lêçûna çandiniyê erzan be. Li Tirkiye ji ber polîtîkayên şaş çandinî anî vê rewşê. Niha projeya Çandiniya Yekîtiya Neteweyî pêş xistine. Ev proje bêtir çandiniya li Tirkiye têk dibe. Bêtir xizmeta sermayeyê dike. Bêtir Tirkiye di milê çandiniyê de êdî bi derve tê girêdan. Divê piştiriyê bide rençberan.
MA / Fethi Balaman