MÊRSÎN – Ji derdorên herî zêde tesîrê ji krîza aborî digirin yek jê jî kesên teqawidbûyî ne. Kesên teqawidbûyî diyar kirin ku ji bo debara xwe bikin ji her tiştî kêm kirine.
Li Tirkiyeyê nêzî 12 milyon kesên teqawidbûyî hene û nêviyê van kesan ji bo debara xwe bikin di karên cuda de dixebitin.
Mehmet Tûray (69), diyar kir ku meaşê wî 2 hezar lîre ye, lê belê bi vî meaşî nikare debara xwe bike. Tûray, bilêv kir ku ji bo debara xwe bikin ji her tiştî kêm dikin û got: "Her tişt biha ye. Ji fêkîfiroş bigire heta marketê her tişt pir biha bûye. Em jî ji mecbûrî ji her tiştî kêmd ikin. Bi vî meaşî em nikarin debara xwe bikin, loma em ji mecbûrî ji xwarin û vexwarinên xwe kêm dikin."
Mehmet Emîn Çakmakçi (65), bilêv kir ku meaşê wî hezar û 840 lîre ye û tenê ew û hevjîna xwe dikarin bi vî meaşî debara xwe bikin. Çakmakçi, diyar kir ku ji bo karibin debara xwe bikin ji her tiştî kêm dikin, lê dîsa jî nikarin xwe bigihînin dawiya mehê.
Mamosteyê teqawidbûyî Harûn Çelîk (61) jî, bi bîr xist ku di şert û mercên niha dde mirov nikarin i meaşê teqawidbûyînê debara xwe bikin û got: "Ev meaş têr nake. Li vî welatî sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kulfetî 2 hezar û 190 lîre ye. Lê meaşê kêmtirîn 2 hezar û 20 lîre ye. Ez behsa sînorê birçîbûyînê dikim, ne sînorê xizaniyê. Ji bo mirov bi meaşê teqawidbûyînê debara xwe bike divê her tiştî taloq bike." Çelik, anî ziman ku li vî welatî kesên teqawidbûyî ancax dikarin bi 4 hezar lîreyî debara xwe bikin.
‘TÊR NAKE, JI MECBÛRÎ DIXEBITIM'
Erdogan Bolucu (55) yê teqawidbûyî jî diyar kir ku ji bo debara xwe bike ji mecbûrî di karekî din de dixebite û got: "Bi vî halê xwe dema ez li malê rûnim, ez ê nikarim heqê fatûreyên ceryanê û avê bidim. Ji bo debara xwe bikim dixebitim. Lê dîsa jî rewş nebaş e. Yanî em ji her tiştî kêm dikin. Li vî welatî ger tenê kesek bixebite an jî teqawidbûyî be divê herî kêm 3 hezar û 500 lîre meaş wergire. An jê nikare debara xwe bike."
MA / Ergin Çaglar