70'yemîn Kongreya TTB'ê dest pê kir

img

ENQERE - Serokê Konseya Navendî Prof. Dr. Sînan Adiyaman di 70'yemîn Kongreya TTB'ê de cezayên ku li wan hatine birîn bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Em bijîjk ku li aliyê jiyan û jiyandinê ne û xwedîderketina xwe ya dar, erd, daristan, bajar, tenduristiya gel û pêşiya xwe bidomînin." 

70'yemîn Kongreya Mezin a Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) ku bi mijara "Ji bo bijîjkiyê edalet" tê lidarxistin, li Eywana Konferansê ya Karên Avê ya Dewletê dest pê kir. Delegeyên 65 odeyên bijîjkan, Serokwekîlê Meclisê û Parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar, Parlamenterên CHP'ê Selîn Sayek Boke û Dr. Servet Unal, Parlamenterê Saadetê Cîhangîr Îslam, Seroka Giştî ya EMEK'ê Selma Gurkan, Endamên Konseya Navendî yên TTB'ê û nûnerên Rêxistinên Sivîl ên Civakî beşdarî kongreyê bûn. Li eywana ku kongre lê tê lidarxistin dowîzên li ser wan nivîsên "Em ê dev ji serxwebûna xwe ya pîşesazî bernedin" , Em ê dev ji bijîjkiya baş bernedin" û "Em ê dev ji daxwaza xwe ya aştitiyê bernedin" nivîsandî hatin bilindkirin. 
 
Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Prof. Dr. Sînan Adiyaman axaftina vekirina kongreyê kir. Adiyaman di axaftina xwe de bal kişand ser qeyrana aborî û diyar kir qeyraneke mezin û girîng li welat derketiye. Adiyaman her wiha di nav axaftina xwe de bal kişand ser cezayê ku ji ber dijberiya wan a şer li wan hatiye birîn jî û ev tişt got: Em bijîjk ku li aliyê jiyan û jiyandinê ne û xwedîderketina xwe ya dar, erd, daristan, bajar, tenduristiya gel û pêşiya xwe bidomînin." Piştî axaftina Adiymana Mîthat Sandar, Selîm Sayek Boke, Cîhangîr Îslam û Selma Gurkan jî axafinên kurt kirin û bal kişandin ser rol û mîsyona TTB'ê û bertek nîşanî ceza birîna endamên wê. 
 
Kongre bi guftugokirina raporan berdewam dike.