‘Cotkar erdê xwe, mal, erse û wesayîyên xwe difiroşin'

img

MÊRSÎN – Serokê Hilberînerên Serayê yên Behra Spî Tansel Îzgî, bal kişand ser rewşa cotkarên serevaniyê dikin û destnîşan kir ku ji ber maliyetên zêde cotkar dixisirin. 

Li herêma Kazanli ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê, cotkarên serevaniyê dikin, îsal tiştek di dest wan de nema. Cotkaran, bilêv kir kir îsal ji ber maliyet zêde bûn zirar kirine. Serokê Hilberînerên Serayê yên Behra Spî Tansel Îzgî, bilêv kir ku cotkarên serayê wan li Kazanliyê ne, îsal nikarin xweşikî paleyiyê bikin û xwest rayedar rojek berî rojekê maliyetan kêm bikin. 
 
‘DÊ COTKAR BIXISIRIN' 
 
Îzgî, anî ziman ku zivistana borî ji ber şert û emrcên hewayê pir mexdûr bûne û niha jî ji ber cotkar nikarin li gor dilê xwe berên xwe bifiroşin, firingî û îsotên xwe berhev nakin. Îzgî, got: "Zivistanê serayên me di bin avê de man. Ji ber vê cotkar xisirîn. Ev jî bû sedema ku li bazaran fiyet biha bibin. Wê çaxê jî cotkar qezenc nekiribûn. Îsal jî ber zêde ne, lê li nav erd fiyetê îsotê bi lîre û lîre û nîvê ye. Em bi vî fiyetî nikarin heqê karkerên xwe jî derxin. Wê di dawiya serdemê de diyar bike ku cotkarên Kazanliyê çi qas xisarîne. Min li nav erdê xwe 20 donim firingî daniye, maliyeta wê 450 hezar lîre ye. Lê heta niha li nav erdê min bi 150 hezar lîreyî firingî şîn hatine. Pir xisirîm. Cardin dibêjim, wê di dawiya serdemê de diyar bibe ku cotkar çi qas xisirîne." 
 
Îzgî, anî ziman ku şert çi dibin bila bibin cotkar dev ji hilberînê berndane, lê belê ji niha û pê ve wê çawa be nediyar e û got: "Çi dibe bila bibe cotkar dîsa hildiberînin. Lê eger li bazarê berê wan bi 4 lîreyan biçe, nexwe di vir de tersiyek heye. Naylon 12 lîre bû, niha 20 lîre ye. Jixwe mazot çûye û hey çûye. Heqê şitlan jî wisa. Lê cotkar nikare nêviyê maliyetê jî bifiroşe. Îsal serê donimê mesref 25-30 hezar bû. Li gor par mesref zêdetir bûne. Ev ne ji ber cotkaran ne jî ji ber mezaxêra ye. Em her sald ibêjin, meqasa di navbera hilberîner û mezaxêran de teng bikin. Wê çaxê wê her tişt baş bibe. Yanî divê navbeynkar ji holê bên rakirin. Êdî divê Şaredariya Mezin a Mêrsînê û şaredariyên navçeyan maliyetan kêm bikin an jî bi kooperatîfan divê rasterast bberên cotkaran bikirin û cihên bazaran tespît bikin û wisa bifiroşin. Yanî divê polîtîkayên çandiniyê ji serî heta binî di ber çav re bên derbaskirin. Navbeynkar bi vî awayî dikarin ji holê bên rakirin. An jê wê cotkar her sal bixisire." 
 
HIN KESAN ERDÊ XWE FIROTIYE 
 
Cotkar Îbrahîm Akbaş, diyar kir ku wekî cotkarên din erdê wî jî di zivistanê de di bin avê de maye. Akbaş, anî ziman ku îsota li nav erd bi lîre û nîvê firotiye û got: "Maliyeta îsotên me pir zêde ye. Bi naylona wê, bi gubre, derman, şitil û bi heqê karkeran mesrefa donimekê 22 hezar lîre ye. Dermanê ku me bi 200 lîreyî dikirî niha bi 400 lîreyî ye. Me mesrefên xwe jî dernexistin. Li vira îsot erzan elê wexta diçe derve biha yeç. Li vira ê mexdûr dibe tim em in. Li vî welatî hilberîner hemû mexdûr in. Kes rê li ber vê nagire. Min jî demekê erdê xwe firotibû. Di vî karî de hin kesan tenê ne erdê xwe mala xwe, wesayîta xwe û her tiştê xwe firotine. Lê ji xeynî vî karî di dest me de karek din jî tune ye. Tenê em dikarin vî karî bikin. Va hûn dibînin, ji bo em betal nemînin em vî karî dikin." 
 
Cotkar Mahmût Yîgît bilêv kir ku xisiriye û got: "Îsal min 80 donim îsot çand. Dîsa xisirîm. Niha îsota min mesrefên xwe jîd ernaxe. Em ê vê serdemê jî deyndar bimînin. Ji xeynî vî karî ji destê me karekî din nayê. Em nekin wê zarok birçî bimînin. Em ê vê carê jî bi deynan biçînin. Em ji mecbûrî vî karî dikin. Divê êdî rê li ber vê bê girtin. Em diçînin lê em nikarin fiyet diyar bikin. Eger em nefiroşin wê di dest me de bimînin û hişk bibin." 
 
MA / Ergîn Çaglar