Cotkar êdî maşîneyên xwe difiroşin

img

RIHA - Esnafên Sîteya Traktorvanên Rihayê, diyar kirin ku ew makîneyên çandiniyê dikirin lê nikarin bifiroşin û got: "Berê li bazarê rêjeya traktorên sifir ji sedî 80 bû. Lê li herêmê niha ev hejmar ji sedî 10 e. Esnafên ku berê traktor dikirîn, niha traktorên xwe difiroşin. 

 
Li sîteya traktorvanan a Rihayê, ji ber krîza aborî esnaf nikarin kar bikin. Cotkarên ji ber zêdebûna maliyetan, bihabûna mazot û gubre nikarin çandniyê bikin û ji ber makîneyên xwe yên çandiniyê li sîteya traktorvanan difiroşin. Esnafên sîteyê ku makîneyên cotkaran dikirin jî, nikarin wan makîneyan bifiroşin. 
 
DIKARIN LÊ NIKARIN BIFIROŞIN 
 
Esnaf Halîl Taşmûr, diyar kir ku 15 sal in vî karî dike û heta niha gelek krîzên aborî dîtine, lê belê krîza dawî pir cuda ye. Taşmûr, bilêv kir ku di krîzên berê de wan karibû alvêrê bike, lê belê niha nikarin. Taşmûr, destnîşan kir ku karê wan 50 jis edî kêm bûye û got: "Berê herî kêm heftê carekê me tratorek difirot. Carina me 2-3 heb jî difirotin. Niha jî em bi deyn didin. Em traktoran dikirin lê em nikarin bi pereyê ku dikirin bifiroşin jî. Rewşa cotkaran nebaş e. Ew jî ji mecbûrî traktorên xwe difiroşin. Li sîteyê hejmara traktoran zêde ye. Makîneyên em dikirin di dest me de dimînin. Ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmetê em di vê rewşê de ne." 
 
Esnaf û cotkar Mehmet Cevherî jî, bal kişand ser bihabûna fiyetên mazot û gubre û diyar kir ku êdî cotkar nikarin heqê avê jî bidin. Cevherî, got: "Heta 3 sal berê jî min mehê 25 traktor dikirîn û difirotin. Paşê ev hejmar bû 3. Ez vî karî bi komîsyonê dikim. Pereyê bi dest min dikeve jî 600 lîre ye. Ez ê bi vî pereyî çawa debara xwe bikim. Min xaniyê xwe firot û niha difikirim ku erdê xwe jî bifiroşim. Makîne tên lê kes nakire. Berê li bazarê rêjeya traktorên sifir ji sedî 80 bû. Lê niha li herêmê ev hejmar ji sedî 10 e."