Platforma Şaxan a KESK'ê: Em ê têkoşînê mezin bikin

img
DERSÎM - Platforma Şaxan a KESK'ê ya Dersîmê, bi minasebeta 23’emîn salvegera damezirandina KESK'ê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew dê têkoşînê mezin bikin. 
 
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Dersîmê, bi minasebeta 23’emîn salvegera damezirandina KESK'ê li avahiya KESK'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û rêveberên şaxên girêdayî KESK'ê di civînê de amade bûn. Berdevkê Demkî yê Platforma Şaxan a KESK'ê ya Dersîmê Mazlum Dogan, diyar kir ku tu carî bi qasî niha li dijî kedê êrîş zêde nebûne û wiha got: “Em rêgeza 'Maf nayê dayîn, maf tê stendin' ji bo xwe dikin esas. Têkoşîna kedkaran 23 salin berdewam dikin û dê berdewam bike. 
 
‘KESK DENGÊ KEDKARAN E'
 
Dogan anî zima nku KESK dengê kedkaran e û ji bo mafê kedê û kedkaran biparêze dê têkoşîna xwe berdewam bike. KESK, di tevgera sendîkayî de ruyê têkoşîn azadî û wekheviyê ye. Li dijî faşizmê demokrasi, li dijî emperyalizmê serxwebûnê û li dijî şer aştiyê, diparêze. Li dijî zextan azadiyê diparêze. Li dijî nijadperestî û şovenizmê xwehbiratî û yekîtiya gelan diparêze."  Dogan,  da zanîn ku bi fermana îktîdarê bi hezaran endamên wan hatin îxrackirin û wiha got: "Bi hezaran ji kar hatin dûrxistin. Hêj binçavkirin û girtin didome. Cezakirin didome. Têkoşîna me ku heviya siberojê ye dê bidome. 23'emîn salvegera KESK'ê li hemû kedkaran pîroz be."