EDENE - Cotkarên herêma Çukurovayê ku ji ber bûyera qeşaya zîraî zirareke mezin gihişte berhemên wan, xwestin ku dewlet zirara wan tenzîm bike.
Di mehên Sibat, Adar û Nîsanê de li seranserî welat 3 caran qeşaya zîraî rû da. Bandora qeşaya zîraî ya di mehên Sibat û Adarê de kêm bû lê di 10-11-12 û 13’ê Nîsanê de jî li seranserî welat dîsa qeşaya zîraî rû da. Ji ber ku germahiya hewa bi ser germahiya demsalê ya asayî re bû, berheman kulîlk vekiribûn. Di vê rewşê de rûdana qeşeya zîraî bandoreke neyînî li ser berheman kir. Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yumakli da zanîn ku qeşaya zîraî li 34 bajaran bandor li darên hirmî, bihok, behîv, gûz, sêv, hilûk, findiq, mişmiş, gilyaz, lîmon, mandalîna, nektarîn, pirteqal, xox, tirî û fistiqan kiriye. Yumakli, da zanîn ku cotkarên sîgorteya wan a TARSÎM’ê heye, di çarçoveya vê sîgortayê de dê zirara wan were tenzîmkirin.
Ji bo lêkolînkirina qeşeya zîraî, biryar hate dayin ku li Meclisê komîsyona lêkolînê were avakirin. Tê payîn ku ji ber qeşeya zîraî, rêjeya berhemên çandiniyê kêm bibe û ev yek jî rê li ber bihabûna fiyetan veke. Cotkar jî dixwazin zirara wan were tenzîmkirin. Li herêma Çukurovayê ku meseleya qeşayê bandoreke mezin li ser kir, ji ber qeşayê darên li baxçeyên narenciyeyê ketine xwarê û kulîlkên wan weşiyane. Lîmonên ji sala par mane jî bi daran ve riziyan. Gorgun Kaya ku li navçeya Karataş a Edeneyê cotkariyê dike, da zanîn ku qeşaya zîraî bandoreke mezin li ser zebeş, lîmon û narenciyeyê kiriye û got: “Şewitîne û kulîlkên wan weşiyan. Darên narenciyeyê kulîlkên xwe weşandin. Hinek dar dîsa şîn bûne û kulîlk vekirin lê dê îsal berhemê nedin.”
'DIVÊ ZIRARA COTKARAN WERE TENZÎMKIRIN'
Kaya, diyar kir ku bi tirsa ku alîkarî û piştevaniya bo wan tê kirin were birîn, cotkar ditirsin rewşa heyî vebêjin û got: “Rewşa cotkaran gelek xerab e, ne tenê di narenciyeyê de Di zebeş û îsotan de jî zirareke mezin heye. Binêrin, ev zeviya li kêleka min baxçeyê lîmonan bû, ew hatin birîn niha zebeş hatine danîn. Cotkar nikare çandiniyê bike. Heke bike jî yan qeşa yan jî bager lê dide. Cotkar, bi deynan cotkariyê dike. Lêçûnên wî biwade ne. Her tişt 10 qet bihatir bûye. Heke sîgorteya TARSÎM’ê zirarên cotkaran tenzîm neke; mimkin nîne cotkar bikare vî barî hilgire. Divê dewlet piştgiriyê bide cotkaran û zirara wan tenzîm bike. Berhem kêm e. Dê ev yek çi bi xwe re bîne mesela, dê bandorê li sifreya welatiyan bike, ya gundiyan bike. Li vir kîloya lîmonana bi 8 lîreyan e lê dê derkeve 18 lîreyan. Heta digihije ser sifreya gel dê bibe 45-50 lîre. Tekane çareserî ew e ku polîtîkayeke aqilane ya çandiniyê û piştgirîdayina cotkaran e. Nexwe dê çandinî tune bibe. Jixwe li ber tunebûnê ye.”
'TARSÎM ZIYANÊ TENZÎM NAKE’
Cotkarekî ku zirar gihiştî baxçeyê wî û ji ber tirsa zextê nexwest navê xwe bide û dîmenên wî bên kişandin jî ev tişt anî ziman: “Me ji bo sîgorteya TARSÎM’ê, cuda cuda ji bo her gijlok, bager, bablîsok, şewat, erdhej, hezaz, lehî û rabûna avê prîm daye. Niha heke têkildarî qeşaya zîraî sîgorteya min a TARSÎM’ê tune be, dewlet vê zirarê tenzîm nake. Ji bo baxçeyên narenciyeyê çiqas darên te hebin, tu ji bo ewqas daran pereyê sîgortayê didî. Ha ev jî heye; tu ji bo gijlokê cuda ji bo bagerê cuda û ji bo qeşaya zîraî jî prîma cuda didî. Di meha Sibata 2023’yan de jî qeşayê li berheman xist. Sîgorteya min a TARSÎM’ê tenê deynê min ê krediyê yê ji bo Banka Zîraatê ji bo salekê taloq kir. Ne gotin bê ka ev mirov dê çi bixwe çi vexwe. Niha vî baxçeyê tu dibînî dê ji bo her donimê 20 hezar TL mesref were kirin. Belkî hem îsal hem jî sala pêşiyê em ê nekarin berhemê jê rakin. Ji bo berhemê bide em ê gubre, derman û hemû sexbêra wan bikin. Gelek hevalên me baxçeyên xwe yên narenciyeyê birîn. Mirov zirarê dikin. Em di bin deynan de ne. Dewlet divê piştgiriyê bide me, ne sozan. Divê gubreyê erzan, derman û mazotê bide me. Cotkar bi vî awayî dikarin hilberînê bikin. Nexwe rewşa me kambax e. Em ê zirarê bikin, gel dê pir bihatir bixwe.”
MA / Hamdullah Yagiz Kesen