Kedkarên Perwerdê: AKP bi hinceta hilbijartinê êrîşî kedkaran dike

img
STENBOL - Kedkarên Perwerdê, êrîşên li ser kedkarên çemawerî yên dixwazin paşve vegerin karê xwe şermezar kirin û gotin: “Dixwazin hebûna me ji holê rabikin. Li dijî vê yekê em nikarin bêdeng bimîn in.” 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK), êrîşên polîsan ên li ser kedkarên bi KHK’ê ji kar hatin avêtin ên li Bakirkoy, Kartal û Kadikoyê di civîna çapmeniyê de şermezar kirin. Civîna  çapemeniyê li Şaxa Hejmara 6’emîn a Emîtîm Senê ya Stenbolê pêk aht û gelek kes beşdarî civînê bûn. 
 
Sekretera Şaxa Hejmar 3’yemîn a Egîtîm Senê ya Stenbolê Ayşe Panuş,  Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Feray Aytekîn Aydogan û Serokê Şaxa Hejmar 5’emîn a Egîtim Senê Ata Esen di civînê de axivî û wiha got: “AKP bi hinceta hilbijartinê êrîşî kedkaran dike. Dixwazin hebûna me ji holê rabikin. Li dijî vê yekê  em nikarin bêdeng bimîn in."