Yekîneyên hilberîna şîr yek bi yek tên girtin

img

ÎDIR – Alîgirê Serokê Yekîtiya Hilberînerên Şîr a Îdirê Yilmaz Demîr, diyar kir ku ji ber polîtîkayên çewt ên hikûmetê yên di warê sewalvaniyê de êdî sewalkarî li ber qedandinê ye. Demîr, anî ziman ku berê 600 endamên wan hebûn, lê niha tenê ew bi endamekî re dixebitin. 

Li Îdirê çavkaniya debarê ya herî mezin sewalkarş ye û ji ev yek jî ji ber polîtîkayên hikûmetê yên çewt hema bêje li ber qedandinê ye. Alîgirê Serokê Yekîtiya Hilberînerên Şîr a Îdirê Yilmaz Demîr, diyar kir ku saziya wan di sala 2014'an de ji bo alîkariya cotkarên şîr hildiberînin bike hatiye avakirin, lê belê niha li ber qedandinê ye. 
 
Demîr, da zanîn ku dema saziya wan ewil hat avakirin rewşa wan baş bû got: "Navberekê hejmara endamên me derket 600 kesî. Lê niha tenê endamek me maye. Ew jî li gundê Zulfukarê dijî. Mirov ji neçarî heywanên xwe difiroşin. An jî ji ber ku êdî nikarin lîtreya şîr bi lîreyekî jî bifiroşin, hew heywanên xwe didoşin. Berê dewletê destek dida van yekîtiyan. Lê niha hew destekê jî dide. Dewlet di ser yekîtiyê re pêdiviyên welatiyan bi cih dianî. Loma mirov dikaribûn heywanên xwe xwedî bikin û pere bibin malên xwe. Herkes ji rewşa xwe razî bû." 
 
HILBERÎNER DEYDAR DIBE 
 
Demîr, anî ziman ku piştî dewletê hew destek da, vê carê şexsan şîr behev dikir û ev yek jî bû cihê zor û zehmetiyan. Demîr got: "Bazirgan ji mehê heta mehê pereyê sewalkaran dide. Bî lîre û 10 qurîşan lîtreya şîrê germ dikire. Her wiha di ser re jî ji sedî 18 bac ji hilberînerên şîr tê birîn. Ligel vê heqê sîtilan û xercaneyên din jî hene. Yanî hilberîner deyndar dibû. Hilberîner hem şîr dida, hem jî dibû deyndar. Li ser vê êdî kes şîr nafiroşe. Şîr dide heywanê xwe an jî nake tiştekî." 
 
Demîr, anî ziman ku ew pereyên ku li goşt û heywanên îthal tê xerckirin, eger ji bo cotkaran bê xerckirin dê di nava 2 salan de pirsgirêka welat a ji bo şîr û goşt çaareser bibe. Demîr, diyar kir ku êdî ka jî bi destê wan nakeve û ew ji Azerbêcan û Gurcîstanê kayê îthal dikin û got: "Ev jî dibe cihê maliyeteke zêde. Her tişt zemxwar, lê lîtreya şîr lîreyekê jî nake. Loma piraniya endamên me heywanên xwe firotin. 3 sal berê hezar û 280 heywanên min hebûn û hemû jî mê bûn. Niha tenê 2 kuçûkên min hene. Me nikaribû xwedî bike, me hemû firotin. Bi sedan mirovên mîna min hene." 
 
DESTEKÊ NADIN WAN
 
Demîr, bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên di warê sewalkariyê de û got: "Eger yekîtiyan ava dike, enxwe divê destekê jî bide. Ji ber navendeke komkirinê û budçeya yekîtiyê tune ye, nikare xwe bigihîne tevahiya sewalkaran. Ev jî tê wateya ku şîr badilhewa diçe. Bazirganên keysa xwe li vê yekê tînin, şîr bi erzanî dikirin an jî li gor dilê xwe tenê ji hin kesan şîr dikirin. Yanî ji ber pergaleke birêkûpêk tune ye, ne mimkun e ku mirov serî bi bazirganan re derxîne." 
 
Her wiha Demîr, diyar kir ku tişta ku bandoreke neyînî li sewalkariyê dike jî qedexekirina zozanan ye û got: "Zozanên me hatine qedexekirin. Ji ber vê mirov bi pereyekî zêde li Erzirom, Qers û Erdexanê zozanan kirê dikin. Bi wesayîtê heywanên xwe dibe van zozanan. Ev jî mesref e. Em bang li rayedarên dewletê dikin; vî karî bispêrên kesên pispor. Divê kesê ku ji cotkarî û sewalkariyê fêm dike were ser vî karî." 
 
MA / Mahmut Ruvanas