Hatîmogûllari: Mirov nikarin nanekê bibin mala xwe

img

EDENE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya di çarçoveya “Hevdîtinên Nan û Edaletê” de li Edeneyê bi karkerên çandiniyê re hate gelhev, anî ziman ku pirsgirêkên ku karker dijîn guhdarkirine û dê van bibin rojeva Meclisê. 

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya Hevdîtinên Nan û Edaletê de li Edeneyê bi karkerên çandiniyê re civiya. Hatîmogûllari û şandeya pê re serdana karkerên çandiniyê yên demsalî ku bêsîgorte li zeviyên îsotan ên li navçeya Karataşê dixebitin kirin. 
 
Hatîmogûllari û şandeya pê re, bi karkeran re îsot komkirin û bi wan re sohbet kirin. Karkeran ji ber tirsa dê bê kar bimînin pirsgirêkên dijîn venegotin. Hatîmogûllari li hemberî vê yekê ji bi gotina “Em dizanin ka hûn çi dikişînin. Hûn nikarin bi peyvan bînin ziman. Lê her tişt li holê ye” bi karkeran re sohbet kir. Li ser vê yekê hin ji karkeran wiha got: “Yewmiyeya ku em distînin têra me nake. Her tişt gelek biha ye, em nikarin tiştekî bistînin. Ji ber neçar dimînin li zeviyan dixebitin.”
 
‘MÛÇEYÊ TEQAWÎTAN TÊRA NAKE, EZ LI ZEVIYÊ ME’
 
Jineke ciwan jî wiha got: “Ji ber pirsgirêkên madî neçar mam ku dest ji dibistanê berdim. Ez niha li zeviyê me îsotan kom dikim. Ji serê sibê heta êvarî 600 lîre digirin. Îro ji me re gotin ku yewmiyeyên me kirine 800 lîre. Lê têre nake.” Jineke ku teqawîde jî da zanîn ku ji ber mûçe têra nake li zeviyê dixebite, xebitîna li vir zehmet e lê neçar e ku bixebite. 
 
‘EM JI HILBERÎNÊ DÛR DIKEVIN’ 
 
Xwediyê zeviya îsotan jî anî ziman ku ji ber maliyeta lêçûnê biha ye nikarin heqê keda xwe bigirin û ji hilberînê dûr dikevin. Hatîmogûllari, destnîşan kir ku ji ber xizaniya zêde dibe mirov ji bo ku sax bimînin neçar dibin li zeviyan bixebitin û anî ziman ku dê pirsgirêkên karkerên çandiniyê birine rojeva Meclisê. 
 
‘ME ZIRAR KIR EM Ê DEYNAN ÇAWA BIDIN’ 
 
Hatîmogûllari pişt re li Taxa Karagoçer bi karker û cotkaran re hate bahev. Cotkaran, vegot ku ji ber maliyeta lêçûnan zirar kirine û berhemên wan li zeviyan rizî ne. Cotkarekî diyar kir ku îsal 200 donim îsot çandiye, îsotên wan li zeviyê mane, serê donimê 15 hezar lîre zirara wî çêbûye û nizane ku dê zirarê çawa pêşwazî bike. Cotkarekî din jî diyar kir ku di dema ew zirar dikin de welatî li market û bazaran bi bihayekî zêde berheman distînin û anî ziman ku vê rewşê herkesê xizan kiriye. 
 
DÊ BIBIN ROJEVA MECLISÊ 
 
Hatîmogûllari, bi lêv kir ku polîtîkayên desthilat dimeşîne çandinî û sewalkarî qedandiye û wiha got: “Çi bi êşe ku herkes bi derd e û xizantir bûye. Mixabin li vî welatî mirov nikarin nan bibin mala xwe.” Hatîmogûllari, da zanîn ku pirsgirêkên cotkaran û karkeran guhdar kirin û dê bibin rojeva Meclisê û ji bo çareserkirina wan dê têbikoşin. 
 
Bernameya Hatîmogûllari ya Edeneyê dê piştî civîna li Odeya Endezyarên Avahiyê (ÎMO) bi teqawîdan re bi dawî bibe.