Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye

img
STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû diyar kir ku Taksîm qada 1’ê Gulanê ye û wiha got: “Biryara AYM’ê ya di vê mijarê de heye. Peywira walîtiyê ne nîşandan cih, parastina ewlehiyê ye.”
 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bi sernavê “Di çarçoveya biryarên daraza neteweyî û navneteweyî de 1’ê Gulanê, hiqûq û Taksîm” li Hotêla Hîllê ya Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî da. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû, Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglû tev li bûn. Di daxuyaniyê de dirûşma “Bijî 1’ê Gulanê” hate berzkirin. 
 
‘QADA TAKSÎMÊ HEQÎQETA CIVAKÎ YE’ 
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Çerkezoglû axivî û wiha got: “1’ê Gulana di sedsala duyemîn a komarê de tê lidarxistin girîng e. Dê karker û kedkar di vê sedsalê de ji xespkirina mafên xwe re bibêje ‘bisekine.’ Qada Taksîmê ji 1977’an heta niha birîneke di dilê me de. Di sala 2013’an de hate qedexekirin û ji wê rojê ve hesreta me ye. Dê di vê 1’ê Gulanê de dilê bi milyonan kesan li Taksîmê lê bide. Taksîm qada 1’ê Gulanê ye û heqîqeteke hiqûqî, dîrokî û civakî ye.” 
 
‘QADÊ NÎŞANÎ ME NEDIN’
 
Di berdewamê de Çerkezoglû da zanîn ku Taksîm ji sala 2013’an ve bi awayekî keyfî tê qedexekirin û wiha pê de çû: “AYM’ê par biryar da û got bila 1’ê Gulanê li Taksîmê bê pîrozkirin. Peywira Walîtiya Stenbolê ew nîne ku qadan nîşanî me bidin, peywira wan ew e ku ewlehiya me biparêzin. Em li bendê ne ku walî û hemû rayedar vê peywira xwe bi me re bi awayekî koordîneyî pêk bînin. Bila waliyê Stenbolê jî mîna zarok Derîn ku di 23’yê Nîsanê de li meqama walîtiyê rûniştî têgehiştî tevbigere.” 
 
‘TU ASTENGÎ NÎNIN’ 
 
Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglû jî anî ziman ku divê di 1’ê Gulanê de siyaetê bidin aliyekî û wiha derbirî: “Divê îktîdar li gorî destûra bingehîn û hiqûqê tevbigere. Divê rêzê ji bo destûra bingehîn bigirin. Lewma tu astengiyên ku 1’ê Gulanê li  Taksîmê bê pîrozkirin tune ne.”