Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin

img
STENBOL - DÎSK’ê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê li Qada Taksîmê li dar bixe serlêdan kiribû û ev serlêdan ji hêla Walîtiya Stenbolê ve hate redkirin. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê li Qada Taksîmê li dar bixe serlêdan kiribû. Walîtiya Stenbolê biryara xwe ya têkildarî serlêdanê eşkere kir. Waliyê Stenbolê Davut Gul got ku ji bilî Qada Taksîmê dikarin qadeke din ji bo 1’ê Gulanê veqetînin. Gul, got: “Taksîm ji bo pîrozbahiyên 1’ê Gulanê girtî ye.”