Peymana Kar a Komelî ya Şaredariya Silopiyayê hat îmzekirin

img
ŞIRNEX - Peymana Kar a Komelî ya Şaredariya Silopiyayê ku 104 xebatkarên kadro û 214 ên ne kadro digire nav xwe, bi torenê hat îmzekirin. Di çarçoveya peymanê de ji bo mûçeyên karkeran ji sedî 99 û ji sedî 116 zem hate kirin. 
 
Şaredariya Silopiyayê bi Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî ya Tirkiyeyê (Genel - Îş) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) re Peymana Komelî ya Kar (TÎS) a mînak îmze kir. Torena îmzeyê li eywana konferansan a şaredariyê hat lidarxistin û Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk, Serokê Daîreya TÎS’ê ya Genel-Îş’ê Faruk Saral, Pisporê Herêmê yê Genel-Îş’ê Sadik Demîr, Hevserokên Şaxa DÎSK’a Şirnexê Ayhan Ergen û Siyajîn Burumtekîn û gelek kes tev li torenê bûn. 
 
‘ME BI TÊKOŞÎNA KEDÊ DEST PÊ KIR’
 
Li eywanê dovîzên “Tazmînata kidemê xweha eniya me ye”, “Di bacê de edalet, di dahatê de edalet” û “Bijî DÎSK, bijî Genel-Îş” hatin daliqandin. Hevşaredar Adalet Fîdan di torenê de axaftineke kin kir û wiha got: “Weke ku hûn jî dizanin têkoşîna me li ser têkoşîna kedê dest pê kir. Me li gel kedkaran dest bi têkoşînê kir. Ji bo hinek berpirsyartiyan saziyên cuda tên avakirin. Yek ji van jî şaredarî ye. Sazî, ji bo civak bikarin xwe birêve bibin hene.” Hevşaredar Suleyman Şavluk jî hilbijartinên 31’ê adarê bi bîr xist û wiha got: “Yên ku li vir dê daîmî hûn in û dê têkoşîna kedê bidome.” 
 
‘TÎS DÊ BEHNÊ BIDE STANDIN’
 
Serokê Daîreya TÎS’ê ya Genel-Îş’ê Faruk Saral jî spasiya hevşaredaran kir û ev tişt anî ziman: “Ez spasiya hevşaredarên me dikim ku di pêvajoya TÎS’ê de ji muzakereyan re vekirî bûn û li rex kedê cih girtin. Bi vê peymana civakî re gelek destkeftî û mafên civakî hatin bidestxistin. Ev yek dê ji bo kedkarên di nava vê krîza aborî de dijîn bibe bêhnek.” 
 
Piştî axaftinan jî protokola TÎS’ê hate îmzekirin. Piştî torena îmzeyê kedkaran wêneyê komî kişand. Bi îmzekirina TÎS’ê re dê xebatkarên kadro 44 hezar TL’an û yên ne kadro jî 38 hezar TL’an bigirin. 
 
Xalên TÎS’ê yên sendîka û şaredariyê li ser lihev kirin wiha ne: 
 
* Dê îkramiyeyên di navbera 2024 û 2025’an de bi qasî heqdestê 60 rojên xebatê weke 4 taksîdan bên dayîn. 
 
* Ji bo hemû xebatkaran dê mehê hezar lîre heqê îzayê were dayîn. 
 
* Dê ji bo tevahiya kedkarên endamên sendîkayê (zewicî yan jî nezewicî) her mehê di bin navê “alîkariya malbatî û zarokan” 2 hezar û 500 lîre bên dayîn. 
 
 * Ji bo her zaroka keç a di dibistana seretayî de dixwîne dê her meh 500 TL were dayîn. 
 
* Ji bo her zaroka li dibistana navîn dixwîne dê her mehê hezar û 500 TL û ji bo yên kur jî hezar TL were dayîn. 
 
* Ji bo her zaroka keç a li dibistana amadehî dê her mehê 2 hezar TL û ji bo yên kur jî hezar TL were were dayîn. 
 
* Dê di her 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê, di cejnên Remezan û Qurbanê de 2 hezar TL alîkarî bê dayîn. 
 
* Ji bo karkeran her meha gulanê dê ji bo cil û bergên havînê 2 hezar TL û di meha cotmehê de jî 2 hezar TL alîkarî were dayîn. 
 
* Ji bo her zarokên keç ên li zanîngehê dixwînin dê 3 hezar û 500 TL, ji bo yên kur jî 2 hezar TL alîkarî were kirin. Dê ev alîkariya madî ji bo zarokên kur ên karkerên keçên xwe naşînin dibistanê neyê kirin.”