Şaredariya Silopiyayê ji bo karkeran ji sedî 99 û 116 zem kir

img
ŞIRNEX - Li gorî lihevkirina di navbera Şaredariya Silopiyayê û Sendîkaya Genel-Îş’ê, ji bo heqdestê xebatkarên bikador ji sedî 99 zem ji bo heqdestê xebatkarên ne kadro jî ji sedî 116 zem hate kirin. 
 
Rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de Şaredariya Silopiyayê bi 273 milyon TL’an dewr girt û hemû mekanîzmayên şaredarvaniya gelparêz xist meriyetê. Di nava 6 şaredariyên HDP’ê de yek ji şaredariya ku qeyûm lê nehatiye tayînkirin jî Şaredariya Silopiyayê ye. Şaredariya Silopiyayê bi Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî ya Tirkiyeyê (Genel - Îş) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) re Peymana Komelî ya Kar (TÎS) a mînak îmze kir. 
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) rêjeya enflasyonê ya sala 2023’yan weke ji sedî 64,77 ragihand û hikûmetê ji bo mûçeyê kêmtirîn ê 11 hezar û 403 TL ji sedî 49 zem kir. Kedkar, ji ber enflasyonê rojên zehmet derbas dikin û di rewşeke wiha de şaredarî sibe dê bi TÎS’ê re bi torenekê peymanê îmze bike. Bi vê yekê re mûçeyê xebatkarên kadro dibe 44 hezar û yên karkerên ne kadro jî dibe 38 hezar TL. 
 
‘ME BERPIRSYARTIYA ŞAREDARIYÊ BI CIH ANÎ’
 
Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavluk têkildarî peymanê axivî û got ku şaredarî hewl dide li dijî krîza aborî mafên kedkaran biparêze. Şavluk, wiha domand: “Em hewl didin heqê keda kedkaran bidin. Weke hevşaredar û endamên meclisê me xwest barê kedkaran sivik bikin. Em ê nehêlin di bin devaluasyonê de bieciqin. Ji hêla exlaqî û polîtîk ve em berpirsyartiya xwe bicih tînin.” 
 
JI SEDÎ 99 Û JI SEDÎ 116 ZEM HAT KIRIN 
 
Hevşaredar Adalet Fîdan jî diyar kir ku dema di sala 2019’an de hatin hilbijartin dîtin ku heqê kedkaran baş nayê dayîn û ev tişt anî ziman: “Me jî mûçeyê wan zêde kir. Pergalê, çîna di navbera gel de avakiriye, di navbera kedkaran de jî ava dike. Çawa ku em hatin ser peywirê, weke gava ewil me hewl da vê newekheviya heqdestê ya di navbera karkeran de ji holê rakin. Me hewl da ku hemû kedkarên şaredariyê heman heqdestî wergirin. Lewma di peymana bi TÎS’ê re de me ev xisûs her tim esas girt. Niha 140 xebatkarên bi kadro û 214 karkerên ne kadro li şaredariyê dixebitin. Bi peymana nû re me ji bo xebatkarên bikadro ji sedî 99 zem kir û mûçeyê wan bû 44 hezar. Ji bo hevalên ne kadro jî me ji sedî 116 zem kir û mûçeyên wan derxist 38 hezar lîreyan. Di wê baweriyê de me ku bi peymaneke din re dê mûçeyê tevekan mîna hev be.” 
 
GENEL-ÎŞ: LIHEVKIRIN ÇÊBÛ
 
Hevserokê Şaxa Genel-Îş a Şirnexê Ayhan Ergen jî têkildarî lihevkirinê ev tişt anî ziman: “Hevşaredarên me destûr nedan ku hevalên me yên kedkar di bin enflasyonê de bieciqin. Bendewariya me ya şaredariyan ew e ku ferqa di navbera enflasyona tê eşkerekirin û ya rast de bibînin û li gorî wê tevbigerin. Dema ev nehat kirin, hevalên me yên kedkar di bin enflasyonê de dieciqin. Di hevdîtinan de hevşaredarên me ji bo parastina kedkaran tişta ji dest hat kirin û me lihev kir. Ji bo vê em spasiya Şaredariya Silopiyayê dikin.” 
 
Xalên TÎS’ê yên sendîka û şaredariyê li ser lihev kirin wiha ne: 
 
* Dê îkramiyeyên di navbera 2024 û 2025’an de bi qasî heqdestê 60 rojên xebatê weke 4 taksîdan bên dayîn. 
 
* Ji bo hemû xebatkaran dê mehê hezar lîre heqê îzayê were dayîn. 
 
* Dê ji bo tevahiya kedkarên endamên sendîkayê (zewicî yan jî nezewicî) her mehê di bin navê “alîkariya malbatî û zarokan” 2 hezar û 500 lîre bên dayîn. 
 
 * Ji bo her zaroka keç a di dibistana seretayî de dixwîne dê her meh 500 TL were dayîn. 
 
* Ji bo her zaroka li dibistana navîn dixwîne dê her mehê hezar û 500 TL û ji bo yên kur jî hezar TL were dayîn. 
 
* Ji bo her zaroka keç a li dibistana amadehî dê her mehê 2 hezar TL û ji bo yên kur jî hezar TL were were dayîn. 
 
* Dê di her 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê, di cejnên Remezan û Qurbanê de 2 hezar TL alîkarî bê dayîn. 
 
* Ji bo karkeran her meha gulanê dê ji bo cil û bergên havînê 2 hezar TL û di meha cotmehê de jî 2 hezar TL alîkarî were dayîn. 
 
* Ji bo her zarokên keç ên li zanîngehê dixwînin dê 3 hezar û 500 TL, ji bo yên kur jî 2 hezar TL alîkarî were kirin. Dê ev alîkariya madî ji bo zarokên kur ên karkerên keçên xwe naşînin dibistanê neyê kirin.” 
 
MA / Omer Akin