9 karkerên madenê ku 13 sal berê di bin hezazê de mabûn winda ne

img

MEREŞ - Karkerên ku di 13'ê Sibatê de li navçeya Licik a Erzînganê di bin axê de man hêj nehatine dîtin. Ji 13'ê Sibatê de lêgerîna karkeran didome, lê hêj karker nehatine dîtin. Li navçeya Elbistanê ya Mereşê jî 13 sal berê 9 karkerên madenê di bin hezazê de mabûn, lê hêj cenazeyên wan nehatine dîtin. 

Li navçeya Licik a Erzinganê di 13'ê Sibatê de di Kana Çopler a Zêr de hezhez pêk hatibû. Di hezhezê de 9 karker di bin kana zêr de man. Axa hezhezê li 300 dolim zevî belav bû û 10 milyon metrekup ax ket ser karkeran, heta niha karkerên di bin axa hezhezê de mane nehatine dîtin. Têkildarî mijarê berpirsê kanê yê Kanadayî J.R.G. û berpirsê fîrmnayê 8 kes hatin binçavkirin û 6 kes ji wan hatin girtin. Serdozgerê komarê yê Erzînganê têkildarî mijarê daxuyanî da û got mînakên ax û avê yên cihê bûyerê şandine laboratuvarên eleqeder. Dozger da zanîn ku wan heyeta pêsanînê ya ji 8 kesên endezyarên derdor, maden, jeolojî, kimya, înşaat, çandinî û nexşeyê pêk tê avakirine û li benda rapora vê heyetê ne. 
 
Ev qada madenê berê jî ji ber cizirandina sîyanur ceza hatibû birîn. Ji ber kapasîte zêde kiribûn jî doz lê hatibû vekirin. Der barê heman fîrmaya kanê de, ji ber cizirandina siyanurê, di sala 2022'an de der barê fîrmayê de ji ber hewa qirêj kiriye di asta jor de ceza lê hatibû birîn. 
 
KOMKUJIYA ELBISTANE DÎSA HAT ROJEVÊ
 
Piştî bûyera li Licik a Erzînganê, bûyera ku 13 sal berê li gundê Avşîn ê navçeya Elbîstana Mereşê, li qada madenê ya Çollolarê di 6  û 11'ê sibata 2011’an de 2 hezan pêk hatibû. Koma Cînerê ji bo Santrala Termîk B A Afşîn-Elbistanê komir derdixist. Koma Cînerê di sala 2009'an de li kanê dest bi derxistina komirê kir. Piştî 2 sal şûnde, tevî ku gelek hişyarî hatin kirin jî di 6'ê sibata 2011'an de hezan pêk hat. Di bûyerê de Yaşar Alkaya yê 51 salî di bin hezhezê de ma û jiyana xwe ji dest da. 10 karkerên madenê jî birîndar bûn.  Dîsa 5 roj şûnde di 10'ê sibata 2011’an de dîsa ax şemitî û vê cvarê 10 karkerên madenê di bin hezanê de man û tenê karkerê bi navê Rûşen Demîr mirî hat dîtin. 9 karkerên din cenazeyên wan nehat dîtin. Endezyarê Jeolojiyê Halîl Tatli, Endezyarê Madenê Naîl Yilmaz û karker Haci Mehmet Îpek, Muhsîn Koşan, Kemal Elmas, Cuma Yildirim, Adnan Demîr, Tugran Gokhan û Aydogan Polat 13 sal in hêj cenazeyên wan nehatine dîtin. 
 
MALBAT 13 SAL IN LI CENAZEYÊN XWE DIGERIN
 
Piştî komkujiyê cenazeyê 9 karkeran hêj di bin axê de ne û nehatine dîtin. Serdozgerê Komarê yê Elbîstanê ji bo mirina 11 karkeran de doz vekir. Dozger der barê berpirsiyaran de di 16'ê Tîrmeha 2012’an de doz vekir û der barê 9 personelên şîrketê bi giştî der barê 14 rayedarên fermî de bi sucdariya "Bi zanebûn bûye sedema kuştina mirovan" xwest bên cezakirin. Piştî darizandina 5 salan, dadgehê ji bo her malbatekê 91 hezar û 200 tl cezayê taspîmatê xwest. 19 bersûc jî beraat kirin. 
 
Yek ji karkerên madenê, Alî Muhmanî Koşan di bin axê de maye û hej nehatiye dîtin. Birayê Alî Muhmanî, Muhsîn Koşan, anî ziman ku 13 sal derbas bûn, lê hêj cenazeyên karkeran nehatine dîtin. 
 
 
Muhsîn Koşan, anî ziman ku birayê wî karkerê makîna mezin bû û wiha got: "Birayê min bavê 2 zarokan bû. Heta 12 saetan kar dikir. Dema dixebitîn her dem kendalê kanê hildiweşiya û hezhez pêk dihat. Birayê min heta sala 1999'an  li Stenbolê karkerê kargoyê bû. Piştî erdheja Golçukê, dest ji karê xwe berda û hat vir. Berê hezaz pêk hat. Piştî çûn cihê bûyerê û xwestin maşîneyên di bin hezazê de mane xelas bikin. Dema ji bo maşîneyên kar xelas bikin dixebitîn cara duyemîn hezaz pêk hat û ax bi ser wan de ket. Piştî bûyerê salekê em çûn û hatin. Lê me tu encam negirt." 
 
Koşan anî ziman ku 13 sal derbas bûn, lê hêj negihiştine cenazeyên karkeran û wiha bi dawî kir: "Heta niha hem rayedaran û hem jî çapemeniyê têkildarî mijarê dengê xwe dernexistiye. Wê demê wekîl û brokrat hatin sersaxiyê û gotin 'Yên li hemberî we pir bi hêz in. Gotin parêzerên baş bigirin. Dîsa  hin saziyên çapemeniyê em derxistin bernameyên televîzyonan û gotin 'Navê xwediyê şîrketan nebêjin' Min bi rayedarekî dewletê re hevdîtin kir. Ji min re got 'Heta duh we li ber deriyê wan parsekî dikir. Lê îro hûn dixwazin dozê li wan vekin' û ez hişyar kirim." 
 
KOMKUJIYA ERZÎNGANÊ ÊŞ U JAN DER KIRIN
 
Koşan, da zanîn ku bûyera Erzînganê êş û jana wan ji nûve der kir û êşa wan dîsa anî bîra wan. Koşan, da zanîn ku rayedaran heta niha 3 caran rapora kesên pêzan guhert û wiha bi dawî kir: "Bi bûyera Erzînganê re êşa me û janên me dîsa derb bûn. Em êşa windayan parve dikin. Me nekarîbû dengê xwe derxin. Divê malbat li hemberî vê buyerê bêdeng nemînin. Di doza zarokên me de darizandinek li gorî edaletê pêk nehat. Doza zarokên me li gorî edaletê pêk hatibûya dê li Soma, Bartın û gelek cihên din heman bûyer dubare nebûna." 
 
MA / Ceylan Şahînlî