Wesayîta karkeran qeza kir: 15 kes birîndar bûn

img
EDENE - Li Edeneyê mînîbûsa ku karker vediguhest wergeriya û 14 karker birîndar bûn.  
 
Mînîbûseke ku karkerên çandiniyê vediguhest, li navçeya Yuregîr a Edeneyê qeza kir û 15 karker birîndar bûn. Li gorî agahiyan, mînîbûsê li Cadeya Sumbulê ya li Taxa Leventê li payerêyê da û wergeriya. Piştî îxbara welatiyan, polîs û komên agirkujî û tenduristiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin. Di qezayê de 14 karker birîndar bûn. 
 
Karkerên birîndar bi ambulansan veguhestin nexweşxaneyên li bajar û hat zanîn ku rewşa tu karkeran giran nîne.