‘Krîza aborî dê bi pergaleke nû çareser bibe'

img

ÎZMÎR - Welatiyên Îzmîrê diyar kirin ku krîza aborî êdî nayê tehemûlkirin û gotin ku yekane çareserî bi avakirina pergaleke nû pêkan e.

Polîtîkayên aboriyê yên desthilat AKP-MHP'ê roj bi roj krîza aborî kûrtir dikin, birçîbûn, xizanî û bêkarî zêdetir dibin. Zêdebûna mûçeyên kêmtirîn û malnişîniyê jî di bin hejmarên fermî yên enflasyonê de man. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş) sînorê xizaniyê wekî 47 hezar û 9 lîre dihesibîne. Lê dê bi milyonan kesên ku mûçeya kêmtirîn distînin çawa debara xwe bıkın? 
 
Îzmîriyan destnîşan kirin ku meaşê distînin têra zexîreyên sereke nakin. 
 
‘EM NANÊ LI SER ÇOPÊ KOM DIKIN'
 
Ji welatiyan Engîn Oktay diyar kir ku ger Tirkiye bi vî awayî bidomîne dê hilşweşe û got ku malnişin tim tên xapandin. Oktay got: “Meaşê me ji 7 hezar û 500 TL’yî kirin 10 hezar TL, lê bêyî ku pere bidin paşde digirin. Li dinyayê qeyranek heye, ya me 10 qat ji ya dinyayê mezintir e. Niha kirêya xaniyekî 3 ode, 15 hezar TL ye. Nanek 10 TL ye. Ger malbatek ji du kesan pêkhatî 4 nanan bixwe, ev rojê dike 40 lîre. Em ê çawa li hev bikin? Ji niha û pê ve em ê nanê li ser çopê top bikin." 
 
Hulusî Arslan anî ziman ku bi mûçeya kêmtirîn re kirêya xaniyan bûye 20-25 hezar TL û wiha got: “Malên ku xebatkarek wan tenê heye, hene. Meaşê kêmtirîn 17 hezar TL ye, lê heqê kirê, av, ceyran û gaza xwezayî çûne her çûne. Em niha hatine asta ku serî rakin. Dema mirov li pîvanên mirovan dinêre her tişt diyar dibe. Ez tenê ji bo debara xwe dixebitim. Hêviya ciwan û zarokan nema. Berê me dikarîbû 3-4 zarokan xwedî bike, niha em nikarin zarokekî jî xwed, bikin. Ez ji rewşê ne kêfxweş im." 
 
PERGALEKE NÛ DIVÊ
 
Hasan Yezgî da zanîn ku di warê aborî, civakî û siyasî de gel di bin zextê de ye û kes ne kêfxweş e û wiha got: “Aborî pir xerab e. Xelk ji sûkê an firoşgehê dest vala vedigerin malên xwe. Jiyan pir dijwar e. Ez sîstemeke nû, nîzameke nû, edalet û demokrasiyê dixwazim. Hêviya me ew e ku di heyama pêş de wisa bibe.”
 
Nûrten Y. ya ku ji memûriyetê malnişin bûye wiha bertek nîşan da: “Ji bo cejnê dibêjin 'dibe ku îkramiyeya we bibe 5 hezar TL be.'Em xêrxwaziyê naxwazin. Me ciwantiya xwe, salên xwe ji bo mafê ku em bi zarokên xwe re bin, da xebatê. Em dixwazin wek mirovan bijîn. Xweşikî tu nikarî çayeê vexwî, hevalê xwe dawetî cihekî bikî. Ma em dikarin kuçe bi kuçe bigerin? Ma em vê heq dikin? Em berdêla keda xwe dixwazin. Heya ev hikûmet neçe, bawer nakim ev krîz çareser bibe." 
 
MA / Delal Akyuz