Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn

img
ÎZMÎR - Li Îzmîrê di encama qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn. 
 
TIR’a li ser rêya Îzmîr û Aydinê diçû derbasî şirîta din bû bi dolmîşa karker dibirin re li hev ketin. Gelek tîmên tenduristî, polîs û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. 
 
Tîmên ku çûne cihê bûyerê diyar kirin Hîkmet Tayfûn Ç. (69) û Omer A. (42) ên di dolmîşê de, jiyana xwe ji dest dane û 12 birîndarên din rakirin nexweşxaneyên li bajêr. Hat ragihandin ku ji 12 birîndarên rakirine nexweşxaneyê yek ji wan jiyana xwe ji dest daye. Hat zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dane karkerên ku di fabrîkayeke mobîlyayê de dixebitinin.  
 
Ajokarê TIR’ê hate binçavkirin.