Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin

img
STENBOL - Karkerên li pêşiya Şaredariya Başakşehîrê ji bo mafên xwe çalakî li dar dixistin bi lêdanê hatin binçavkirin.  
 
Endamên Sendîkaya Karkerên Înşeatê (Înşaat - Îş) ku di şantiyeya Yûvam Başakşehîr a Stenbolê de dixebitin, ev 3 roj in ji bo mafên xwe yên hatine xespkirin di çalakiyê de ne. Karkerên li pêşiya Şaredariyê Başakşehîrê çalakî li dar dixistin, ji fîrmaya ku înşeatê çêdike Ador Grûp û fîrmaya taşeron a Reîs Elektrîkê, mafên xwe yên qanûnî û tezmînata qidemê xwestin. 
 
5 karkerên li pêşiya şaredariyê çalakî li dar dixistin û 3 endamên Sendîkaya Karkerên Depo-Perav-Tersane û Behran (DGD-SEN) ku ji bo piştevaniyê hatibûn, ji hêla polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin.