Xizanî zêde dibe: Berpirs desthilata heyî ye

img
WAN - Welatiyên li Wanê diyar kirin ku ji ber krîza aborî roj bi roj xizanî zêdetir dibe û gotin ku êdî hêza wan a ku jiyanê xwe bidomînin nemaye. 
 
Gelê ku li hemberî enflasyonê hatiye asta ku nikare tiştekî bikire, her diçe xizantir dibe. Welatiyên ku di bin barê giran ên polîtîkayên şer de mane, ji bo karibin li ser pêyan bisekin li ber xwe didin. 
 
Welatiyên li Wanê der barê rewşa heyî de axivîn.
 
XIZANÎ ZÊDE DIBE
 
Osman Bozdag ê ku rewşa wan xwe "perîşaniyê" pênase kir, anî ziman ku êdî nikarin ji bin baêr fatûreyan rabin. Bozdag wiha got: “Kîsê kartolan ê 10 kîloyî 150 TL, qaba hêkan 120 TL, lîtreya mazotê jî 45 TL ye. Her ku krîza aborî kûr dibe, em xizantir dibin. De were û di nava vê bihabûnêd e bijî? Ev rewş her sal dijwartir dibe. Berpirsê vê rewşê desthilata siyasî ye." 
 
‘NIKARIN WELÊT BI RÊ VE BIBIN'
 
Samî Şerayê ku ji ber krîza aborî neçar maye dikana xwe bigire, diyar kir ku êdî ew nikarin pêdiviyên xwe yên sereke jî dbaûn bikin. Şeray ku got "Ew nikarin welêt bi rê ve bibin" da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP'ê tenê alîkariya alîgirên xwe dike. Şeray ev tişt gotin: “Ez fatureyên gaza xwezayî, ceyran û avê dereng didim. Mişteriyên dikandarên li vir bi giştî yên li navçe û gundan in. Ji ber buhabûna sotemeniyê welatî nikarin ji gundên xwe bên. Ji ber vê jî dikandar nikarin kar bikin. Welatiyek ji bo ku ji gund were navenda Wanê 100 TL dide. Li navendê kar tune. Em welatî em ê çawa di vê rewşê de bijîn?"
 
Ji dikandaran Hacî Civaklî jî anî ziman ku bi sersalê re karê wan kêm bûye. Civaklî da zanîn ku bi zor û zehmetî prîmên sîgortayê didin û wiha got: “Prîma sîgortaya kesekî/ê bûye 8 hezar TL. Divê prîm bên kêmkirin, lê di vî warî de tu gav nayên avêtin. Ji ber krîzê karê me pir kêm bûye. Mişterî êdî nayên. Dikandar niha nikarin kar bikin. Her kes ji sermayeya xwe dixwe. Yekane berpirsê vê yekê desthilata siyasî ye ku welat bi rê ve dibe."
 
Barzan Demîrel ê ku debara malbata xwe ya ji 10 kesan pêkhatî bi ereboka destan dike, got: “Carinan bi rojan kar tune ye. Hemû xwişk û birayên min xwendekar in û barê malbata min 10 ferdî di stuyê min de ye. Ez rojane 100 carinan jî 200 TL'yî qezenc dikim. Kar tune. Em nikarin bi vî pereyî bijîn, lê tiştekî din tune ku em bikin. Ez serê sibê saet di 7'an de radibim heta êvarê dixebitim. Armanca min tenê ew e ku xwişk û birayên min bixwînin. Bavê min tune, loma hemû bar li ser milê min e. Her tişt pir biha ye, ji ber vê yekê ez nikarim hemû lazmatiyên malê bikirim." 
 
‘AKP'Ê WELÊT PERÎŞAN KIRIYE'
 
Fadil Bariştiran anî ziman ku aboriya li welêt têk çûye û got ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê aborî baş nebe. Bariştiran ê ku bi meaşê malnişîniyê hewl dide debara xwe bike got: "Erdoganê ku raye dı desta de ye, alikarıya derdora xwe dıke. Welöt perişan kırıye. Li vî welatî pirsgirêka kurd heye. Pirsgirêka herî girîng a vî welatî pirsgirêka kurd e."
 
‘KRÎZEKE WIHA NEHATIYE DÎTIN'
 
Hîfzî Pazarbaşi anî ziman ku nikarin debara xwe bikin û got ku berpirsê vê jî desthilata AKP'ê ye û wiha dewam kir: “Ji bo gel jiyan pir zehmet bûye. Mirov wê çawa bi mûçeya kêmtirîn bijîn? Kirêya xanî 10 hezar TL ye. Welatî dê di vê rewşê de çawa bijîn? Ger pergal û desthilat biguhere dê ev krîza aborî jî çareser bibe. Aboriya welêt her ku diçe dikeve tengasiyê. Min di 70 salên dikandariya xwe de krîzeke wiha nedîtibû."