Şertê qeyûmê Amedê: Ji sendîkayê îstîfa bike, em jî dê we serkeftî nîşan bidin!

img
AMED- Hevserokê Şaxa TUM BELSEN a Amedê Mehmet Candar diyar kir ku qeyûmê Amedê ji bo di mulaqeta ji bo bilindkirina payeyê û guherandina unvanê de bi ser kevin, şert daniye ber endamên wan ku ji sendîkaya xwe îstîfa bikin û bibin endamên Sendîkaya Memurên Buroyê. 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetê yên Hemû Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî (TUM BELSEN) ya Amedê têkildarî zext û mobbînga li ser endamên wan daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya şaxê hate dayîn. Hevserokê Şaxa TUM BELSEN a Amedê Mehmet Candar di daxuyaniyê de axivî. Candar got ku rêveberya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bilindkirina payeyê û guherandina unvanê ne li gorî tecrûbeyê lê li gorî alîgirên xwe dike. 
 
'HEKE JI SENDÎKAYÊ ÎSTÎFA BIKÎ EM Ê TE SERKEFTÎ NÎŞAN BIDIN’ 
 
Candar, bi bîr xist ku Ezmûna Bilindkirina Payeyê û Guherandina Unvanê i hêla OSYM’ê ve tê kirin û ev tişt anî ziman: “Encamên ezmûnên nivîskî di 31’ê cotmeha 2023’yan de eşkere bûn. Li kesên di vê ezmûnê de bi ser ketin îcar ‘ezmûna devkî’ ferz kirin. Diviyabû encama ezmûna devkî di meha kanûnê de bihata eşkerekirin lê qeyûm eşkere nekir. Hemû endamên me di ezmûna nivîskî de bi ser ketin. Hinek rayedarên payebilind ên şaredariyê û endamên komîsyona ezmûnan, ji endamên me re gotin ku ji sendîkaya xwe îstîfa bikin û bibin endamên sendîkayên nêzî hikûmetê. Jê re gotin; ‘heke hûn wiha bikin dê di ezmûna devkî de we serkeftî nîşan bidin. Nexwe em ê we neserkeftî nîşan bidin.’ Cara ewil e ku endamên van komîsyonan digerin û dibêjin ji sendîkaya xwe îstîfa bike.” 
 
‘XWE BI SER HIQÛQÊ RE DIBÎNIN’
 
Candar, wiha bi dawî kir: “Rêveberiya qeyûm ne tecrûbe û zanînê, ji endamên me dixwaze ku serî li ber wan bitewînin û bîat bikin. Ev yek, hewldaneke ji bo şikandina vîna kedkaran e. Endamên me bi keda xwe di ezmûnê de bi ser ketine lê qeyûm heqê wan nade, hiqûqê binpê dike û xwe bi ser hiqûqê re dibîne. Zû yan jî dereng dê qeyûm biçin. Banga me ji bo rêveberiya qeyûm ew e ku dawî li van sepanên xwe yên neheq û derhiqûqî bînin. Nexwe em ê hem ji hêla hiqûqî ve hem jî ji hêla kedê ve li dijî van sepanan bisekinin.”