Alîkariya mehane didin pîr û astengdaran diyar bû

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Alîkariya mehane ya civakî ya ji bo pîr û astengdaran diyar bû. Alîkariya mehane ya ji bo kesên pîr ji 2 hezar û 348 derket 3 hezar û 504 lîreyan. 
 
Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînûr Ozdemîr Goktaş guherînên mehane yên di çarçoveya alîkariyên civakî de hatine kirin, eşkere kir. 
 
Li gorî daxuaniya wezîr Aktaş; 
 
Mehaneya pîran ji 2 hezar û 348 lîreyan derket 3 hezar û 504 lîreyan. 
 
Mehaneya astengdarên ji sedî 40 heya 69’an, ji hezar û 874 lîreyan derket 2 hezar û 797 lîreyan. Mehaneya astengdarên ji sedî 70 û ser ve jî ji 2 hezar û 811 lîreyan derket 4 hezar û 196 lîreyan. 
 
Alîkariya lênihêrîna li malê ku 5 hezar û 97 lîre jî dê di meha çile û tîrmehê de 7 hezar û 608 lîre be. 
 
Alîkariya ji bo serê zarokan tê kirin jî ji 3 hezar û 571 lîreyan derket 5 hezar û 330 lîreyan. Alîkariya ji bo zarokên li malbatên parastinê tên kirin jî ji 5 hezar û 705 lîreyan derket 8 hezar û 895 lîreyan. 
 
Pereyên piştî zemên nû hatine diyarkirin dê ji meha sibatê şûn de bên dayîn.