Li Mêrsînê karkerê ku di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da

img
MÊRSÎN - Li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê karkerê bi navê Ozgur Yilmaz, ji qata 12’an a înşaeta bêyî ewlehiya kar bê wergirtin ket û jiyana xwe ji dest da. 
 
Karkerê bi navê Ozgur Yilmaz (33) ê di 12’an a înşaeta aydê şîrketa Înşaeta Doga ya Mêrsînê ku li hemberî Kampusa Mezîtlî ya Zanîngeha Torosê ya navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê de dixebitî, dema dixebitî kete xwarê û jiyana xwe ji dest da. 
 
KARKERÊN BERTEK NÎŞANDAN HATIN DÛRXISTIN 
 
Yilmaz, piştî ket ambûlans û polîs hatin qada înşaetê. Piştî ku Yilmaz jiyana xwe ji dest da, hevalên wî diyar kirin ku torên ewlehiyê yên ji bo kêmkirina rîska ketina malzemeyên tên bikaranîn û mirovên ji bilindbûnê demek dirêj e di înşaetê de nehatine bicihkirin û bertek nîşanî rayedaran dan. Piştî ku karkeran bertek nîşan dan, rayedarên înşaetê karker ji qada înşaetê derxistin. 
 
Cenazeyê Yilmaz bi ambûlansê birin morga nexweşxaneyê. Hate zanîn ku Yilmaz ji nû ve dest bi kar kiriye û bêsîgorte dixebitî.