MÊRDÎN - Esnafên Mêrdînê diyar kirin ku Midûriyeta Herêmê ya Weqfan kirêyên kargehên wan ji hezar û 500 lîreyan derxistiye 5 hezar TL’an û ji wan re gotiye: “Hûn dikarin dikanên xwe vala bikin. Em ê dikanan bidin ber muzayedeyê.”
Esnafên Mêrdînê ji ber krîza aborî rojên dijwar derbas dikin. Di rewşeke wiha giran de derbekî giran jî Midûriyeta Herêmê ya Weqfan a Amedê li esnafan xist. Midûriyetê ji sedî 233 zem li kirêyên kargehên li Mêrdîna Kevin kir. Bi vê yekê re kirêyên kargehan ji hezar û 500 lîreyan derxist 5 hezar TLL’an. Em têkildarî zêdekirina kirêyan bi esnafan re axivîn. Esnafan da zanîn ku fermana zêdekirina kirêyan ji hêla Serokkomarê AKP’î Erdogan ve hatiye dayîn ku demek berê hatibû serdana bajêr. Esnafan, destnîşan kir ku dema ji midûriyetê re gotin nikarin kirêyan bidin jî midûriyetê ji wan re wiha gotiye: “Hûn dikarin dikanan vala bikn. Nexwe dê bidin ber muzayedeyê.”
ESNAFÊ SURYAN BI BERTEKE
Esnafê suryan Metîn Ezîlmez ku ji sala 1986’an heta niha li Mêrdîna dîrokî nexşebendiya zîv dike diyar kir ku hunera dest a li ber tunebûnê ye didomîne. Ezîlmez, wiha domand: “Em ne zêringir an jî ticar in. Bi salan berê Wezareta Çand û Turîzmê belgeyek da me û em hostayên hunerên destan ên kevneşopî ne. Bi sala ye em bi rêya vê pîşeya xwe hewl didin bi ked û hunera xwe xwe li ser pêyan bigirin. Tekane sermayeya me zêrên eyarên wan kêm û tamîrkirina zîv e. Em naxwazin ji alîkariyên para bo huneran destan hatiye veqetandin sûd bigirin. Em dixwazin bi derfetên xwe vê hunerê bidomînin.”
‘EM NIKARIN DERDÊ XWE VEBÊJIN’
Bi domdarî Ezîlmez bi bîr xist ku piştî daneyên enflasyonê yên kanûna 2022’yan hatin ragihandin, rêjeya zema ji bo kargehan herî zêde ji sedî 72,31 hatiye diyarkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê belê Midûriyeta Herêmê ya Weqfan a Amedê ji sedî 300 zem kir. Ev meh û nîv e min bo hemû saziyên fermî nivîs nivîsandin. Sazî ji me re dibêje; ‘hûn dikarin dikanên xwe vala bikin. Nexwe em ê bidin ber muzayedeyê.’ Anku em bi sepanên wiha yên keyfî rû bi rû ne. Em nikarin derdê xwe vebêjin. Em zêringir nînin. Van zeman li gorî çi dikin?”
Di berdewamê de Ezîlmez da zanîn ku kirêyên hinek kargehên ku xwedî heman mîtrokareyê di navbera 3 hezar û 2 hezar û 500 lîreyan de hatiye diyarkirin û wiha pê de çû: “Me nekarî vê rewşê vebêjin. Dema sedema vê zema zêde dikin jî sazî ji me re dibêje fiyet 5 salan carekê tên nûkirin, ji Enqereyê ferman girtine û dibêjin serokkomariyê ji wan re nivîs şandiye. Dema me bi Midûriyeta Giştî ya Weqfan a Enqereyê re peywendî danîn jî ji me re gotin ku biryar herêmê bi xwe da ye. Daxwaza min ew e ku ev fiyet weke fiyeteke maqûl were diyarkirin.”
‘EM NEÇAR MAN ÎMZE BIKIN’
Ozcan Kasar ku ev 40 sal in karê zîv dike jî got ku kirêya wan berê hezar û 500 lîre bûn lê îsal bûne 5 hezar TL û wiha bi dawî kir: “Em nikarin bi vî awayî kirêyên xwe bidin. Divê ez rojane 330 lîreyan qezenc bikim da ku bikarim mesrefên dikana xwe derxînim. Lê ku mesrefên malê di nav de nebin. Me ji ewil îmze nekir. Lê du roj berê neçar man ku îmze bikin.”