RIHA - Li gundê Cilman ê navçeya Karakopruyê beriya 10 salan qenalên avdanê hatibûn çêkirin. Ava ku beriya 3 mehan dane van qenalan ji ber şeqên di betonên de çêbûne, hate birîn. Cotkaran anîn ziman ku hilberînên wan ên di zeviyan de çandibûn, ziwa bûn.
Midûriyeta Giştî ya Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) di çorçoveya Projeya RojhilatêBaşur ê Anatolyayê (GAP) di sala 2009’an de li gundê Cilman ê navçeya Karakopru ya Rihayê dest bi çêkirina kanalên avdaniyê kir. Qenal 3 sal şûnde hatin qedandin û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di sala 2012’an de tev li vekirina qanalê bû. Tevî ku Erdogan gotibû avê berdin jî ev 10 sal e ku ava qenalan nayê berdan. Piştî ku welatiyên herêmê bertek nîşan dan û çalakî pêk anîn, 3 meh beriya niha av hate berdan.
Piştî çend salan 3 meh berê di qenalan de av hate berdan û vê carê jî ji ber ku di qenalê de beton şeq bû û hin cihên wê hilweşiyan av careke din hat birîn. Welatiyên ku debara xwe bi çandiniyê dikin, anîn ziman ku ji ber nehatina avê hilberînên wan gelek kêm bûne û ev jî mesrefên wan zêde dike.
KÊFA WAN 3 MEHAN DOM KIR
Abdûllah Ay ê ku bi salan cotkarî kiriye destnîşan kir ku ji ber “îhtîmala xusarkirinê” dest ji hilberînê berdaye, bal kişand ser vekirina qenalê ya ku Erdogan tev li bûye û ev tişt gotin: “Xebatên Qenalên Avê yên 2’yemîn ê Bozovayê di sala 2009’an de dest pê kir û divê di sala 2012’an de teslîm bikirana lê qenala me tevî 10 sal derbas bûn jî nehat teslîmkirin. Di qenalê de av 3 meh berê hat berdan û me got êdî temam e, av çareser bû. Cotkar bi kelecan kirin lê ji ber ku di betona qenalê de şeq çêbûn û av kêm bû careke din av hate birîn. Em nikarin cotkariyê biavî bikin, cotkariya bêav jî bifêde nabe. Cotkar bi temamî mexdûr in. Diviya her derê vê zeviyê şînkayî bûna lê her der toz û ax e.”
LÊÇÛN ZÊDE DIBIN
Cotkar Halîl Karaca destnîşan kir ku ji ber pirsgirêkên avê ,ew ji zeviya xwe hilberînekî baş ranekiriye û got ku 3 zarokên wî hene û ev debara xwe bi çandiniyê dike. Karaca anî ziman ku ji ber kêmbûna avê wan hewl daye ku bi sondajê vê pirsgirêkê çareser bikin lê vê carê jî mesrefên wan zêde bûne. Karaca axaftina xwe wiha domand: “Êdî fistikên erdê neman. Em bendê ne ku av were berdan. 40 donim erdê min heye lê ji sedî sed ji hişkesaliyê bandor dibe. Ji ber hişkesaliyê ev 4 sal e me fistik nedîtin. 4 sal berê min ji vê zeviyê 5-6 ton fistin radikir. 4 sal e tiştekî ranakim. Her sal bi qasî pereyê 5-6 ton fistikan xusarê dikim û em hatin sala 2022’yan. Rojekê avê berdidin kanalê, roja din diteqe.”
AV WÊ KENGÎ WERE?
Cotkar Mahmût Surmelî yê ku debara xwe bi cotkariyê dike anî ziman ku sozên ku dane wan nehatine girtin û wiha axivî: “Gotin ku dê av, sala 2015’an de were, sal bû 2016 û 2017 û dawî li salan nehat. Ma ev gelek zehmet e? Em ê bibin şopdarê vê rewşê. Genim, ceh di zeviyê de ma. Gubre biha ye, mazot 25-30 lîre ye. Ev av wê kengî bê.”
Haci Kılıç jî destnîşan kir ku neberdana avê ne tenê li ser cotkariyê, li ser sewalkariyê jî bandoreke neyînî dike û banga çareserkirina pirsgirêka ava kir.
MA / Ceylan Şahînlî