Xelkê Wanê: Qesra ku lêçûnên wê ji berîka gel diçe bila hilweşe

img
WAN - Welatiyên li Wanê dijîn diyar kirin ku yekane berpirsyarê kûrbûna krîza aboriyê ya li welêt AKP û Tayîp Erdogan ê “îstîsmara ol” dikin in û wiha gotin: “Ev rewş dibe kolekirina xizanan. Ew qesra bi hezar odeyî ku hemû lêçûnên wê ji berîka gel derdikeve divê bê hilweşandin.”
 
Polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê ku vebijêrka rizgariyê ya desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê ye krîza aboriyê kûr dike. Gelê ku hêza wî ya kirînê nemaye, çareseriyê di guhertina desthilatê de dibîne. Em bi xelkê Wanê re li ser bandora krîza aboriyê axivîn. 
 
Bergîn Demîr, diyar kir ku ji ber krîzê nikarin debara xwe bikin û wiha got: “Her tişt bi awayekî zêde zem bûye. Zarokên min ku di dersên xwe de serkeftî ne ji ber krîzê êdî nikarin bişînin dibistanê. Şûna ku zarokan bi civakê bidin qezenckirin, bi xizaniya di hilberînin anîna rewşa ku nikarin bişînin dibistanê. Gel perîşan e. Ya ku vê krîzê diafirîne û gel xistiye vî halî jî desthilat e. Hûn ji wan re çi bêjin vala ye. Em ji serê sibê heta êvarê nifira li wan dikin.”
 
‘BI DARÊ ZORÊ XWE DIKARIN XWE TÊR BIKIN’
 
Zeynap Ûslû, ya diyar kir ku hevsengiyek di navbera zema li muçeya asgarî hatiye kirin û bihayên market û piyaseyê de nîne, bal kişand ser zêdebûna kireyên fatûra û malê û wiha got: “Berdin ku mirov bikarin cilan li xwe bikin bi darê zorê dikarin xwe têr bikin. Ji ber wê yekê kes nikare debara xwe bike. Em nikarin faturayên xwe bidin. Kesên dibin sedemê vê jî rêveberiya dewletê ye.”
 
‘BERPIRSYARÊ KRÎZÊ REÎS E’
 
Mehmet Çelîk ê diyar kir ku kîloyeke salçeyê 35 lîreyan e ji gotinên Serokatiya Karên Diyanetê yên “Yê ku bihayan tayîn dike Xwedê ye” bi gotina “ev qas jî nabe” bertek nîşan da. Çelîk ê teqawît e û mehê 4 hezar û 500 lîre meaş digire wiha got: “Xwendekarekî min ê zanîngehê dixwîne heye û hêj jî di kirê de me. Ez ê çawa debara xwe bikim?” Çelîk, ê got “berpirsyarê krîzê reîs e” destnîşan kir ku yekane rêya xelasiyê guhertina desthilata heyî ye û wiha axivî: “Li gorî wan her tişt xweş e; ji ber ku bi revdeyan balafirên wan hene. Em jî nikarin bi piyan jî bigerin.”
 
DIKANA XWE GIRT
 
Abdul Şahîn ku ji ber krîzê beriya niha neçar ma dikana xwe bigire, diyar kir ku 5 zarokên wî bêkar in. Şahîn, anî ziman ku her roj bi nûçeyeke zemê dest bi rojê dikin.
 
Xwendekarê zanîngehê Hakan Denîz jî diyar kir ku ji ber bihabûnê neçar in ku her tim bixebitin û bi lêv kir ku hêviyeke wî ya têkildarî pêşerojê nîne.
 
‘JI MALÊ DIÇE KAR JI KAR DIÇE MALÊ’ 
 
Kazim Coşkûn jî bi lêv kir ku mûçeyê asgarî ku werdigire encax têra kirê û fatûreyan bike û got: “Em ê çawa debara xwe bikin. Aktîvîteyên civakî qediyan. Em nikarin biçin derekê, nikarin tiştekê bikin. Milet nikare ji cihê xwe bilive. Ji malê diçin kar ji kar diçin malê.” Coşkûn, destnîşan kir ku berpirsyarên krîzê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayîp Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ne û got: “Heta ku ew biçin wê ev krîz berdewam bike.”
 
‘BILA BIBÎHIZIN; EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’
 
Davût Kapagan jî diyar kir ku ji mehekê zêdetir e bêkar e û wiha axivî: “Êdî em nikarin derkevin derve. Nikarin fatoreyan bidim û debara xwe bikim. Rêjeya bêkariyê  her ku diçe zêde dibe. Gel êdî nikare cilan ji xwe re bikire.”
 
Ridvan Orhan ê bi êtariyê debara xwe dike jî wiha got: “Bila me bibîhizin û çareseriyekê peyda bikin. Kes nikare debara xwe bike. Ez ji firotina 400 lîre ya kirî tu sûdê nagirim. Min berê ji firotinên xwe hindik be jî sûd werdigirt lê niha ne wisa ye. Fatoreya herî erzan 500 lîre ye. Hûn bibêjin em ê çawa debara xwe bikin. 3 zarokên min diçin dibistanê, ez ê çawa bidim xwendin nizanim.”
 
‘TENÊ ALÎGIR DEWLEMEND IN’
 
Halîl Bozkûrt jî destnîşan kir ku zêdetirî gel di sînora birçîtiyê de ne û got: “Ji bo beşa ji sedî 20 a nêzî desthilatê krîz nîne. Ji bo ku dolar zêde bûye em ne di nav krîzê de ne. Ji bo ku li welat pere tune ye em feqîr dimînin. Hinek ol bikartînin, hinek jî feqîran girêdayî xwe dikin û diperçiqînin. Her tişt biha bûye. Ne pêkane ku mirov bikarin xwe têr bikin, aborî têk diçe.”
 
‘DIVÊ EW QESIR HILWEŞ E’
 
Bozkurt, bi lêv kir ku bi nêlirêtiyên hatine kirin aborî têk çûye û got: “Ev rewş dibe sedemê kolekirina feqîran. Divê qesir bi temamî ji holê rabe. Divê ew qesir were hilweşandin, di hezar odeyan de kî dijî? Hemû lêçûnên qesrê ji berîka gel derdikevin. Pereyên gel pêşkeşî 5-6 alîgiran dikin. Pereyan didin wan şîrketên ku hevkarên wan in û pişt re jî dibêjin ‘Xudê zemê dike, Xudê dolarî bilind dike’. Henekên xwe bi ol û baweriya mirovan dike.”
 
Xwendekar Yûnûs Demîr ê dema Bozkûrt diaxivî kete navberê û diyar kir ku mirovên pîr dengê xwe didin AKP’ê û got: “Min hêj deng bikarneaniye lê ji ber hûn dengê xwe didin wan derdê wê jî em dikişinin.” Ciwanê bi navê Davût Kapagan yê kete nav nîqaşê jî bi lev kir ku ji ber bavê wî bi serwîsê mirov nebirin pîrozbahiya Milazgirê ya Tayyîp Erdogan ji karê xwe bû.
 
‘CIWAN NIKARIN XEYALAN JÎ BIKIN’
 
Yûnûs Demîr ê axaftina xwe domand wiha got: “Ez naxwazim li gorî aboriyê teşeyê bidim xeyalên xwe. Ez xwendekar im, dema derketim derve ne li gorî fikrên xwe li gorî pereyê di berîka xwe de tevdigerim. Ciwan, ji ber krîza aboriyê ji pêşerojê bêhêvî ne. Ji sedî 80’yî mirovan nikare li pêşeroja xwe binêre. Divê hêmanên mesrefê bên kêmkirin. Divê mesrefên wesayîtên desthilatdariyê bên kêmkirin û ev welat neyê peşkeş kirin. Divê her tişt zelal be û pêşiya medyayê were vekirin ku em bizanibin çi dibe. AKP 20 sal in tiştekê nake.”
 
Welatiyê bi navê Lutfu Adiyaman jî wiha got: “Tirkiye firotin. 21 lîman firotine Katarê tiştek nemaye. AKP’ê her tişt hemû welat firotiye. Li Tirkiyeyê tiştek nemaye, ev dewlet ketiye destê guran.”
 
MA / Cengîz Ozbasar - Berîvan Kûtlû