‘Turîst nayên welatekî ne ewle û aram’

img

ANTALYA – Serokê Şaxa Dev Turîzm Îş’ê ya Antalyayê Mûstafa Safvet Yahyaoglû, anî ziman ku ji ber polîtîkayên şerî turîzm têk çûye. Yayhyaoglû diyar kir ku sala çûyîn turîzmê bi ketineke ji sedî 80’yî sezon derbas kiriye û got: “Turîst nayên welatekî ne ewle û aram.” 

Ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP’ê turîzm jî derbê li ser derbê dixwe. Nemaze jî piştî îlankirina Rewşa Awarte, aboriya Antalyayê derbek giran xwar. Daneyên ku Amîrtiya Milk û Îdareyê ya Balafirgehê ya Walîtiya Antalyayê, rewşa turîzmê radixîne ber çavan. 
 
Li gor vê yekê, di sala 2015’an de hejmara balafirên ku ji derveyî welat hatine 61 hezar û 774 in, hejmara rêwiyên hatine 10 milyon û 875 hezar û 464 kes i; di sala 2016’an de hejmara balafirên hatine 38 hezar û 62 ne, hejmara rêwiyên hatine 6 milyon û 162 hezar û 832 kes in; di sala 2017’an de hejmara balafirên hatine 53 hezar û 661 in, hejmara rêwiyên hatine 9 milyon û 738 hezar û 962 kes in; di du mehên ewil ên 2018’an de hejmara balafirên hatine hezar û 607 ne, hejmara rêwiyên hatine 208 hezar û 17 kes in. 
 
‘TURÎST NAYÊN WELATEKÎ NE EWLE’ 
 
Her çend ji bo zîndekirina turîzmê bernameyên wekî rezervasyonên pêşwext bên sepandin jî, rewş naguhere. Serokê Şaxa Sendîkaya Şoreşger a Turîzm Îş’ê (Dev Turîzm Îş) a Antalyayê Mûstafa Safvet Yahyaoglû, destnîşan kir ku sedema ketina turîzmê ji ber polîtîkayên şerî yên AKP’ê ne. 
 
Yahyaoglû, bi lêv kir ku ji salên borî ve turîzm hatiye binpêkirin û got: “Turîst nayên welatekî ne ewle û aram. Îsal jî bi awayekî cidî amadekarî tên kirin; lê belê em ê beriya destpêka sezonê di demek kurt de bibînin ka wê çi qasî baş be an jî xerab be.” 
 
‘JI SEDÎ 80’Ê KETIYE’ 
 
Yahyaoglû diyar kir ku hema bêhe her diçe sektora turîzmê kêm dike û ev yek her sal di asteke cuda de xwe dide der. Yahyaoglû diyar kir ku ev pirsgirêk bi temamî ji ber polîtîkaya ne. Yahyaoglû anî ziman ku ev rewşa neyînî ji sala 2011’an ve didome û got: “Yek ji van ketimmam; krîza aborî ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê ku di 2014’an de pêk hat. Krîza balafirgeha Rûsyayê ya di sala 2016’an de. Nemaze jî di sala 2017’an de siyaseta derve ya Tirkiyeyê got ‘Ey Almanya, ey Îngîltere û Ey Amerîka’ û ev ye bandoreke neyînî li turîzmê kir. Dema vana hemûyan bînin gel hev, heta sala çûyîn jî turîzmê sezon bi ketineke ji sedî 80’yî grt.” 
 
Yahyaoglû, diyar kir ku di çapemeniyê de turîzm tê nepixandin û wekî rewşa turîzmê baş be tê nîşandan. Yahyaoglû got, lê belê dema mirov li daneyan dinêre, tiştekî wisa tune ye. Yahyaoglû domand: “Niha wekî wê turîzm sezoneke baş derbas bike amadekarî tên kirin, lê belê em ê beriya destpêka sezonê di demek kurt de bibînin ka wê çi qasî baş be an jî xerab be.” 
 
MA / Ergin Çaglar